HDP: Êş û azara Sînemaya Amûdê nayê jibîrkirin!

Hewlêr (Rûdaw) - HDPê bi boneya 61 salvegera Komkujiya Sînemaya Amûdê daxuyaniyek belav kir û tekez kir, “Di ser re çend sal derbas bin jî êş û azara Sînemaya Amûdê nayê jibîrkirin. Em hemû zarokên ku di wî agirî de hatin qetilkirin; bi rêzdarî, bi rehmet û bi xemgînî bi bîr tînin.”

Roja 13ê Mijdara 1960an, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê agir bi Sînemaya Amûdê ket û di encama wê bûyerê de nêzîkî 300 zarokên Kurd şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.

Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand, Huner û Polîtîkayên Perwerdehiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîm Kaplan îro bi boneya 61emîn salvegera Komkujiya Sînemaya Amûdê daxuyaniyek belav kir.

‘Di hiş û bîra gelê Kurd de wek rojeke reş e’

Salîm Kaplan agirê li sînemeya Amûdê wek “qetlîameke plankirî” binav dike û dibêje, “Di ser Komkujiya Sînemaya Amûdê re 61 sal derbas bûn. Di 13ê Mijdara 1960an de li Amûdê qetlîameke plankirî hat pêkanîn. Di wê qetlîama plankirî de li Amûdê agirek bi Sînemaya Şehrazad hat pêxistin û di encamê de trajediyeke mezin rû da û ew trajedî di hişûbîrê gelê Kurd de wek rojeke reş bi cih girt.”

Di daxuyaniyê de behsa “plana rejîmê” jî hat kirin û hat gotin, “Komkujiya Sînemeya Amûdê, komkujiyeke li ser hesabên qirêj hatibû organîzekirin. Rayedarên rejîmê ji bo ku fîlma Cerîmeya Nîvê Şevê bi zarokên Amûdê bidin temaşekirin, ew bi mecbûrî birin salona sînemayê. Kapasîteya salona sînemayê ji bo 200 kesan bû, lê belê rayedaran di salonê de 500 zarokên Kurd kom kirin. Piştî ku agir bi salonê ket, leşkerên rejîmê hem deriyê sînemayê qufilandin hem jî nehiştin zarok xwe ji agirî rizgar bikin û gel wê şewatê vemirîne. Di Agirê Sînemaya Amûdê de 283 zarokên Kurd yên ku temenên wan di navbera 8 û 14 salî de bûn şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.”

‘Komkujî nîşana zihniyeta kirêt û rûyê reş ê rejîmê ye’

Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand, Huner û Polîtîkayên Perwerdehiyê ya HDPê tekez dike, “Komkujiya Sînemaya Amûdê nîşana zihniyeta kirêt û rûyê reş ê rejîmê ye. Di ser wê komkujiyê re 61 sal derbas bûn lê îro hîn jî bi awayekî cidî û karîger ev bûyera tarî nehat ronîkirin, lêpirsîneke heqane nehat vekirin, tu kesî hesabê vê karesat û azara giran neda. Bi ser de, rejîma Sûriyeyê bi salan nehişt gelê Amûdê vê trajediya mezin bi bîr bîne. Rejîmê her tim bi zext û zor û qedexeyan xwest ku ev qetlîam bê jibîrkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin, “Agirê Sînemaya Amûdê, nîşana polîtîkayên dijminatiyê ya rejîma BAASê bû ku li dijî zarokên Kurd û gelê Rojava hat pêkanîn. Zihniyeta ku hemû mafên bingehîn ên zarokên Kurdan desteser kiribû, zarokên Kurd bênasname hiştibû û ji cih û warên wan ew koçber kiribûn, dijminatiya xwe di wê qetlîamê de aşkera kir û rûpeleke reş û tarî li dîroka mirovahiyê zêde kir.”

‘Em wê qetlîamê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin

Herwiha hatiye destnîşankirin, “Di ser re çend sal derbas bin jî êş û azara Sînemaya Amûdê nayê jibîrkirin. Di 61emîn salvegera Komkujiya Sînemaya Amûdê de, em hemû zarokên ku di wî agirî de hatin qetilkirin; bi rêzdarî, bi rehmet û bi xemgînî bi bîr tînin. Em wê qetlîamê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Agirê Sînemaya Amûdê 61 sal in venemiriye û îro jî dilê me dişewitîne.”