Keçeke Tirkmen piştî 6 salan li maleke Mûsilê hate dîtin

Tilefer (Rûdaw) - Di rojên derbasbûyî de, keçeke 19 salî ya ji Tileferê, di malekê de li Mûsilê hatiye dîtin û gihişte malbata xwe. Piştî êrîşa DAIŞê li ser Tilefer, hezar û 300 welatiyên Tirkmenên Şîe nebedî bûne, û heta niha tenê 18 kes ji wan hatine dîtin.

Qezaya Tileferê li rojavayê Musilê ye û zêdetirî nîvê nişteciyên wê, Tirkumenên Şîe ne.

Piştî derbasbûna 6 salan Zehre Şihab a temen 19 salî beriya mehekê li Mûsilê hate dîtin û bi rêya jineke Ereb bo mala bê semyana û ew Turkmena xelka Tileferê ye.

Rizgarbûya destê DAIŞê Zehre Şihab dibêje, “Ez ji Mûsilê rizgar bûm li mala kesekî DAIŞê û hîn du birayên min, dayin û xûşka min windayî ne, em weke Şîeyên Turkumen weke kafiran li min dinêr in.”

Zehre ji malbateke 8 kesî ye û dayik, xwîşk û 2 birayên wê hê jî bêserûşûn in. Li goreke bikom ya li Tileferê tê pêşbînkirin rûfatên 100 kesên Şîe di nav de bin.

Zehre Şihab dibêje, “Hîn termên me li nav gorên bikom yên Tileferê hene em dixwazin çarenivîsa wan biznibin û van goran vekin.”

Li gor amarên Nivîsingeha Şehîd û Enfala li Tileferê, tê pêşbîkirin 1600 rûfat hêj di nav gorên bikom de mabin.

Nivîsingeha Şehîd û Enfala li Tileferê Şerîf Elî diyar dike, “Me pişkinîn kiriye, em encamên wan bi rê kirine wan cihên pêdivî yên pişkinînê.”

Li gor amarên kargêriya Tilefer, sala 2014an 1300 kes ketin destê DAIŞê û ji wan tenê 18 zarok û keçek hatin rizgarkirin.

Qayimqamê Tileferê Mihemed Qasim dibêje, “Goreke bikom heye ku di navbera rêya Iyadeye û Til Eferê heye em çûne wir û me wil tomar kir û me wê gorê radestî aliyên pêwendîdar kir ji bo ku bi tedbîrên pêwîst rabin.”

Çekdarên DAIŞê nêzikî 4 salan desthilat li qezaya Tilefer kir û ziyana herî mezin bi ber Şîeyên wê deverê ket.

50% ji akincyên qezaye tle'fer şî'ane lgor gutne kes û karên bê seru şuyna hijmareke mezn ji kes û karên wan li tirkya û surya ne

Ji %50 rûniştiyên qezaya Tilefer Şîe ne û li gor gotina kesûkarên bêserûşûnan hejmareke zêde ji wan li Tirkiye û Sûriyê ne.