Serokên şaxên AKPê yên Sêrt û Îdirê dest ji kar berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokên şaxên AKPê yên bajarên Sêrt û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê dest ji kar berdan.

Serokê şaxa Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya bajarê Sêrtê Fuat Ozgur Çalapkolu, li ser hesaba xwe ya Twîtterê aşkere kir ku wî dest ji erka xwe berdaye. Çalapkolu nivîsandiye, “Ez ji erka xwe ya serokatiya AKPê ya bajarê Sêrtê ku 1747 roj e birêve dibim, bi serbilindî û bi rûmet ji îro pê ve dest jê berdidim.” Fuat Ozgur Çalapkolu roja 31ê Çileya 2015an dest bi kar kiribû.

Serokê şaxa AKPê li bajarê Îdirê Ahmet Tutulmaz jî dest ji erka xwe berda. Li gor zanyariyan Tutulmaz ji ber di kongreya asayî ya wê partiyê ku dê Hezîran-Tûrmeha 2020an bê lidarxistin, nabe berbijêr biryar destjikarberdanê daye.

Ahmet Tutulmaz ku ev 6 sal e ev erk birêve dibir, di hilbijartinên 25ê Hezîrana 2018an bûbû berbijêrê parlamenteriyê li AKPê.

Destjikarberdana van herdu serokên şaxên AKPê li bajarên Bakurê Kurdistanê di demekê de ye ku duh jî serokê şaxa AKPê ya bajarê Amasyayê Mehmet Unek û herwiha Serokê şaxa AKPê ya bajarê Kutahyayê Alî Çetînbaş dest ji kar berdabûn.