El-Wehdê û Pêşverû piştgirî dan bangewaza Mazlûm Kobanî û Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) - Herdu partiyên El-Wehdê û Pêşverû yên Rojavayê Kurdistanê, piştgiriya xwe ji bo destpêşxerî û helwêstên erênî yên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî û Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî nîşan dan, ku daxwaza yekîtî û yekrêziya Kurdan kirine.

Polîtbîroyên Partiya El-Wehdê ya Demokrat û Partiya Demokrata Pêşverû, ku du partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ne, civîneke taybet li ser rewşa dawîn a Rojavayê Kurdistanê lidar xistin.

Piştî civînê, El-Wehdê û Pêşverû daxuyaniyek hevbeş belav kirin û têde êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û daxwaz ji civaka navdewletî kirin, ku fişarê li Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve bikin, daku êrîşa xwe ya li ser Rojava rawestînin û aware jî bikarin vegerin navçeyên xwe û li ser mal û halên xwe.

Herdu partiyan herwiha daxwaz kirin, ku civaka navdewletî rê li paqijiya nejadî û guherîna demografiya herêmêm Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve bigirin.

El-Wehdê û Pêşverû herwiha piştgiriya xwe ji bo destpêşxweriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî bo destpêkirina danûstandina aliyên nakok ên Rojavayê Kurdistanê û pêwîstiya yekrêziya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê nîşan dan.

Herdu aliyan piştgiriya xwe ji bo helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî ragihandin û helwêsta wî bi erênî nirxandin, ku daxwaz kiriye aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê di vê qonaxa dîrokî de, ku garantî ye ji bo serxwebûna siyasî ya Kurd li Sûriyê, yekrêz bin.

Li gor daxuyaniyê, El-Wehdê û Pêşverû daxwaz ji civaka navdewletî kirin, ku rê li ber binpêkirinên çekdarên oposizyona Sûriyê bigrin, û erkên xwe li beramberî koçberan pêk bînin û ew çekdarên ku li gel Tirkiyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin, wek kirêgirtî bi nav kirin.

Wan herdu partiyên Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Sûriyê jî dikin, ku ji bo parastina sînorê xwe ji gefên Tirkiyê yên bo ser serweriya Sûriyê, belavkirina hêzên artêşa xwe li ser sînorê bi Tirkiyê re temam bike.

Partiyên El-Wehdê û Pêşverû ji hikûmeta Sûriyê dixwazin, ku belavbûna hêzên artêşa Sûriyê li ser sînor temam bike, û ji Rûsya jî xwestin, ku ji bo diyalogeke rastîn, di navbera hikûmeta Sûriyê û tevgera siyasî ya Kurd de xwedî rol be.