58 sal bi ser şewata Sînemaya Amûdê re derbas bûn

Amûd (Rûdaw) - Îro 58emîn salvegera şewata sînemya Amûdê ye, ku di encamê de 283 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn.

 

Sala 1960, ji bo piştgiriya şoreşa Cezaîrê zarokên dibistana Amûdê birin sînemayê, ji bo ku li fîlma bi navê Cerîmet Nisif El Leyl (Tewana Nîvê şevê) temaşe bikin.


Sînema biçûk bû, têra nêzîkî 200 zarokan dikir, lê 500 zarok xistinbû salona sînemayê. Dema ku agir bi sînemayê ket, deriyê salona sînemayê girtî bû, agir bi zarokan ket û 283 zarok şewitîn.


Ji ber ku fîlm dirêj bû, motora ku fîlm pêşkêş dikir, dişewite, agir bi sînemayê dikeve, zarok di nav de ne, derî hemû girtî ne, zarok nikarin birevin jî, û ew agirê gurr xwe li bendena zarokan dipêçe.

 

Mihemedê Seîd Axayê Deqorî, ku Kurdekî Amûdê bû, xwe li deriyê sînemayê diqelibîne, dikeve nava agir, çi zarok bi ber dikeve davêje derveyî sînemê, rizgar dike, lê li dawiyê stûneke ku dişewitî bi ser wî de dikeve û jiyana xwe ji dest dide.

 

Qêrîna keç û jinên Kurd bilind dibe, piştî 58 salan careke din dayikên Kurd li Amûdê digirîn.

 

Rizgarbûyê ji nav aigrên sînema Amûdê Mihemed Emîn Ebdiselam behsa wê roja berî 58 salan dike û dibêje wî bi çavê xwe ew agir dîtiye ku hevalên wî di nav de şewitîne, ew agir di dilê wî de maye, dema zarok asê mane û agir bi ser wan de bariya dengê êşa wan tu carî ji bîra wî naçe.

 

Ji Amûdê heya Cezayîr bi hezaran kîlometre hene, Mihemed Emînd dibêje tevî ku nêzkî 300 zarokên xwendevan ji bo piştevaniya Cezayirê şewitîn, lê heya niha tu welatekî Erebî dengê xwe ji bo başkirina rewşa gelê Kurd bilind nekiriye.

 

Li cihê agirê 1960 niha zarokên Kurd zarokên agir bibîr tînin û bi Kurdî ji ruh û navê wan re stranan dibêjin.