Yekgirtûya Îslamî kongreya xwe şeş mehan pêş xist

13-11-2018
RÛDAW
Nîşan Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Opozisyon Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê hejmareke biryaran derxistine û yek ji wan biryaran jî pêşxistina dema encamdana kongreya wê partiyê bo dema şeş mehan e.

 

Li gora daxuyaniyeke encûmena serkirdatiya Yekgirtû ku doh civiyabû,  ew dê opozisyoneke çalak û avaker bin û beşdariyê di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nakin.

 

Di derbarê mijarên navxwe yên wê partiyê de jî, di wê daxuyaniyê de hatiye gotin, ku dê guhertin di çend postên sereke yên partiyê de bêne kirin.

 

Yekgirtûyê diyar kiriye, ku guhertin dê di postên serokê encûmena serkirdatiyê û berpirsê encûmenan û endamên encûmena bicîkirinê de bêne kirin.

 

Herwiha Yekgirtûyê biryara pêşxistina kongreya xwe da û li gorî daxuyaniya Encûmena Serkirdatiya Yekgirtû, kongreya wê partiyê dê bo dema şeş mehan bê pêşxistin.

 

Yekgirtûya Îslamî ji dema avabûna xwe di sala 1994an de, heft kongire encamdane û kongireya dawî jî di sala 2016an de bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst