Derbaz Kosret Resûl: Bavê min jehrî bûye
Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) demjimêrên xwe yên herî zehmet derbas dike. Di dema çileya Celal Talebanî de, Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî ji nişkê ve nexweş bû û neştergeriyeke giran jê re hate kirin.
Derbaz Kosret Resûl, di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re çîroka nexweşketina bavê xwe vegot û bersiv da wan pirsan ka gelo nexweşiya bavê wî çi ye, berî nexweşiyên wî hebûne yan ne, gelo dikare êdî siyasetê bike û beşdarê rêveberiya YNKê bike?
Çawa Nexweş ket?
Nêzîkî 30 demjimêr piştî nexweşketina Kosret Resûl Elî, kurê wî Derbaz Kosret Resûl derkete pêş rojnamevanan û derbarê rewşa bavê xwe de agahiyên dawîn parve kir. Lê westiyan û xembarî ji rûçikê wî diyar bû, rihê wî dirêj bibû, çavê wî wergeriya bû. Bandora nexweşketina bavê wî gelek bandor lê kiribû û di dema axaftina xwe de nedikarî di cihê xwe de bisekine.
Derbaz Kosret Resûl ji Rûdawê re got: “Beriya nexweş bikeve ez li cem bavê xwe bûm. Em li ser tirba Mam Celal vegeriyan, dayika min ji bo şîvê jê re serûpê amade kiribû. Bavê min piştî xwarina şîvê jehrî bû û êşa wî zêdetir bû.”
Kosret Resûl Elî beriya niha di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re gotibû, ku ew hez ji hemû cure xwarinên kurdewarî dike.
Beriya nexweşbûnê jî Kosret Resûl serdana gora Mam Celal, Îbrahîm Ehmed, Cebar Ferman û Rêbazê kurê xwe kiribû.
Derbaz Kosret derbarê nexweşiya bavê xwe de got: “Ev çendîn sal e nexweşiya mîde ya bavê min heye. Di destpêka vê nexweşiyê de me xwest bi dermanan çareser bikin. Lê demjimêr 03:30ê sibê êş û jan zêdetir bû û demjimêr 05:00ê sibê êş bi yekcarî zêde bû, lewma me gihande nexweşxaneyê. Piştî ku filma wî girtin demildest biryara neştergeriyê dan.”
Di cîhanê de çend kes vê nexweşiyê digrin?
Wezîrê Tendurustî yê Herêma Kurdistanê Dr. Rêkeft Hemereşîd piştî neştergeriya Kosret Resûl di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Curê nexweşiyê xetimîna boriyên rûvîkan e. Tîmekê pizîşkî yê pispor karîn rewşê destnîşan bikin û karê pêwîst bo bikin. Neştergerî bi serkeftî bi encam bûye.”
Di zanista pizîşkî de ji nexweşiya Kosret Resûl re gangirîn tê gotin (Acute Mesenteric Ischemia), ku ji ber xwîn bi awayekî tîrbûyî diçe rûvikan, ev nexweşî rûdide.
Derbaz Kosret Resûl dibêje: “Ev nexweşî pir kêm peyda dibe. Di cîhanê de nêzîkî 500 kesan de ev nexweşî heye, ku ne nexweşiyeke berbelav e.”
Gelo hate jehrîkirin?
Piştî nexweşiyê gotegot hatine belavkirin, ku qaşo Kosret Resûl hatiye jehrîkirin. Jehrîkirina berpirsên kurd jî ji kevin ve dibe mijara gotegotan.
Di 24ê Mijdara 1987ê, dezgeha îstîxbaraa rejîma Bees, Mûxabarata wê demê, bi rêya hevjîneke pêşmerge xwest çend serkirdeyên kurd bikuje.
Wê jinê jehra salyom xiste nav dewê sekreterê giştî yê YNKê yê koçkirî Celal Talebanî, siyasetmedar Mehmûd Osman, berpirsên YNKê Ednan Miftî û Mistefa Çavreş de. Di vê bûyerê de pêşmergeyek bi navê Bêstûn Mele Omer, li gel dayik û xwîşka Mistefa Çavreş canê xwe ji dest dan. Serkirdeyên kurd jî ji bo dermankirinê şandine Îran û Brîtanyayê, wiha rizgar bûn.
Li ser van gotegotan Derbaz Kosret dibêje: “Ne rast e, bavê min nehatiye jehrîkirin, ti rastiyeke van gotinan nîne.”
Dişînin derveyî welat
Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê Zeîm Elî weke nûnerê Mesûd Barzaî li nexweşxaneyê serdana Kosret Resûl kir û eşkere kir, ku dê çend rojên pêş de Kosret Resl bi firokeyeke taybetî, ji bo çareseriya pizîşkî here derveyî welat.
Serokê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih, ku kesekî nêzîkî Kosret Resûl e, got: “Kak Kosret li ku derê be, li wir moral, pêşmerge û camêr e. Ev hersê taybetmendiyên wî pir li pêş in û di warê siyasî de jî bandora wî heye.”
Berhem Salih diyar kir, ku nexweşiya Kosret Resûl ji bo wî êşeke mezin e û got: “Min di nexweşxaneyê de dît. Rewşa wî baştir bû. Ew mirovekî bi hêz e û dikare vê nexweşiyê jî derbas bike.”
Derbas Kosret Resûl dide zanîn, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, herwiha Berirsê Heşda Şeibî bi rêya Berhem Salih rewşa Kosret Resûl pirs kirine.
Endamê Polîtbûroya YNKê Mistefa Çavreş, ku ev 3 xul in li gel Kosret Resûl di serkirdetiya YNKê de cîh digre, ji Rûdawê re got: “Îsal Mam Celal û Newşîrwan Mistefa xwatir ji me xwestin. Ev du roj in Kak Kosret nexweş e. Lê binerin ji hemû aliyên Kurdistanê mirov hatine serdana wî. Ev jî giringiya wî û karê wî nîşan dide.”
Mistefa Çavreş herwiha diyar kir: “Hebûna Kosret Resûl mîna Mam Celal ji bo me hêz û moral e. Pêwîstiya YNK û Kurdistanê bi Kak Kosret heye.”
Gelo dikare siyasetê bike?
Derbarê karê paşerojê ya Kosret Resûl de Derbaz Kosret Resûl da xuyakirin: “Ti pirsgirêka mejî û dilê Kosret Resûl nîne. Rewş ne wisa ye, ku nekare siyasetê bike. Erkê wî hê jî temam nebûne û divê piştî nemana Mam Celal rewşa YNKê were sererastkirin û kongre were sazkirin.”
Derbaz Kosret amaje bi wê yekê dike, ku pizîşkan biryar dane bavê wî ji bo 72 demjimêran di bin çavdêriya pizîşkî de bimîne û da zanîn, ku dê piştî vê demê biryara derbarê wî de bidin.
Derbaz Kosret got: “Eşkere ye, ku çi li vir be û çi jî derveyî welat, heman çareserî ji bow î pêwîst dike.”
Biryara Iraqê ya girtina Kosret Resûl
Piştî bûyerên 16ê Cotmehê û êrîşa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ya ser Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî, Kosret Resûl Iraq weke “dagirker” binav kir. Lewma hikûmeta Iraqê derbarê wî de gilî tomar kir û daxwaza girtina Kosret Resûl kir.
Mistefa Çavreş dibêje: “Eger Iraq ne bêbext be, ma dikare di xewna xwe de jî Kak Kosret bigre? Ew kesên biryara girtina wî derxistine kesên şoven in û li dijî kurdan in. Em guh nadine wan gotinên Bexdayê.”
Bi gotina Derbaz Kosret Resûl, Serokwezîrê Herêma Kuridstanê Nêçîrvan Barzanî û herwiha hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê, welatên cîran, Amerîka û Brîtanyayê jî rewşa Kosret Resûl pirs kirine û hêviya zû başbûnê xwestine, gotine ew amade ne di nexweşxaneyên xwe de çareseriya wî bikin.
Kurê mezin ê Kosret Resûl kesayeta bavê xwe bi van gotinan pênase dike:
“Ew ji bo min him bav, him dost û him jî remzek e û ez kesê herî nêzîk ê Kak Kosret im.”
Nexweşiya Kosret Resûl
Ev nexweşî weke gangirîna rûvikan (Acute Mesenteric Ischemia) tê binavkirin. Dema xwîn bi awayekî tîrbûyî diçe rûvikan, ev nexweşî derdikeve. Eger zû neyê çareserkirin, li ser jiyana mirovan bi metirsî ye. Nîşanên wê jî bi tundî êşa zik û zikçûn û herwiha pîsîtiya bi xwîn e.
Ji ber vê nexweşiyê egera mirinê % 50 zêdetir e. bi taybetî eger bibe gangirîn û zû neyê çareserkirin. Neştergeriya lezgîn di qonaxa destpêkê de rêjeya mirinê % 50 heta 55 kem dike.