PAKê komkujiya Sînemaya Amûdê bibîr anî

Navenda Nûçeyan – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) komkujiya Sînemya Amûdê bi bîr anî.

 

PAKê derbarê komkujiya sinêmaya Amûdê de daxuyanî da û tê ew komkujiya beriya 56 salan bibîr anî.

 

Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin:

 

“Em di 56emîn salvegera vê bûyera ku li Amûdê di dilê her kurdekî de birîneke kûr hêlaye, van şehîdên temenbiçûk bi bîr tînin.”

 

Komkujiya Sînemaya Amûdê

 

Di roja 13.11.1960an de ji bo alîkarîya Şoreşa Cezayirê, li Rojavayê Kurdistanê rêveberên bajarê Amûdê yê rejîma Beasê li gor biryara dewleta Sûrîyê, hemû xwendekarên dibistanên seretayî mecbûr dikin da ku biçin sînemayê li fîlmê  “Cerîmet Nisif el Leyl” (Cerîmeya Nîvê Şevê) temaşe bikin.

 

Salona ku ji bo 200 kesî ye nêzîkî 500 zarokên kurdan tê de bi cih dikin. Piştî ku hemû zarok dikevin hundurê sînemayê, leşkerên Sûrîyê derî digrin û agir bi sînemayê dikeve.

 

Dema ku zarok şewateyê dibînin yekser berê xwe didin deriyê derketinê. Lê mixabin derî ji derve de hatine girtin û dengê zarokan û pêtên agirê sînemayê bi ax û fîgan berbi asîmanê ve dihere.

 

Di vê karesatê de ku bi navê ”Agirê Sînema Amûdê” tê zanîn, 283 zarokên kurdan dişewitin.

 

Di vê bûyerê de rola qehremanê kurd Mihemedê Seîd Axayê Deqorî pir giring e ku wî gelek zarok ji vê şewatê xelas kirine.