Tuncer Bakirhan: Navnîşan meclis û Ocalan in

Hewlêr (Rûdaw) – Tuncer Bakirhan li mitînga DEM Partî û DBPyê ragihand ku navnîşana pirsgirêkan parlamentoya Tirkiyeyê û  Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan in.

Bakirhan her wiha got ku DEM Partî jî ji bo çarersiyan amade ye.

DEM Partî, DBP û çend saziyên din ên sivîl ji bo balê bikişînîn ser rewşa tenduristiya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan xwest li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê mitîngekê li dar bixe.

Mitîng ji aliyê Parêzgariya Amedê ve hat qedexekirin.

Tevî qedexeya mitîngê, hevserokên DEM Partiyê, parlamenter û endamên wê, birayê Abdullah Ocalan ê bi navê Mehmet Ocalan û nûnerên saziyên sivîl ên Amedê xwest mitîngê li dar bixe û ber bi qada mitîngê ya Stasyonê bimeşin. 

Her wiha di navbera parlamenter, endamên DEM Partî, DBPyê û polîsan de alozî derket.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bertek nîşanî qedexekirina mitîngê da û wiha got:

“Aştiya Tirkiyeyê bi vî awayî pêk nayê. Aştiya Tirkiyeyê, bi birîna axaftina hevserokên giştî ya ji hêla memûrekî ve pêk nayê.

Ez bangî wî dikim, karê xwe bike. Li vî welatî dozger hene. Mixatabên me hûn nînin.

Bila mixatabên me bersivê bdin. Li wir midaxeleyê nekin û vê derê proveke nekin.

"Polîtîkaya we îflas kir"

We tecrîd kir û deriyên Îmraliyê mifte kir. Aborî têk çû, civak riziya û rageşiyên di nava civakê de derketin lûtkeyê.

Heger komplo û tecrîd bi ser biketa, bi hezaran kes îro seferber nedibûn. Polîtîkaya we îflas kir.

Êdî vê qebûl bikin. Tirkiye di nava tengavbûneke mezin de ye.

Ev komplo li Îmraliyê vala derket. Îmraliyê ev yek ji bo gelên Kurd û Tirk û Kurd karibin bi awayekî wekî hev di komareke demokratîk de bijîn wiha kir.

We deriyên Îmraliyê mifte kir û hûn zererê didin demokrasiya welêt.

Milyonên vî welatî ji bo Kurd bi zimanê dayikê neaxivin hatin serfkirin.

Dengê birêz Ocalan bibihîsin ku dibêje ‘werin em bi aştiyane û bi awayekî demokratîk bijîn’.

Birêz Ocalan, hêviya aştiyê ya gelê Kurd e.

Navnîşana aştiya civakî, Îmrali ye. Navnîşana din jî meclis e. Deriyên Îmraliyê vekin. Birêz Ocalan destê aştiyê dirêj dike, hêviya vî welatî ye.

“DEM Partî amade ye”

Heger naxwazin şerê li Rojhilata Navîn li vir jî belav bibe, divê çareseriya pirsgirêka Kurd bi mixatabên wê re bê çareserkirin. DEM Partî ji bo vê amade ye. “

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de ye.

Ev 43 meh in ti agahî li ser Ocalan nînin û rê nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Herî dawî birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan 25ê Adara 2021ê bi rêya telefonê bi Abdullah Ocalan re axivîbû.