Li Amedê komkirina pembo dest pê kir: Cotkar û karkerên demsalî bi gazin in
Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê werza komkirina pembo dest pê kir.
Li hinek zevîyan karkerên demsalî bi awayekî kevneşopî bi destan pembo kom dikin, li hinek zeviyan jî bi makîneyên çinînê ew kar tê kirin.
Îsal li seranserê Amedê 710 hezar donim pembo hatiye çandin. Tê çaverêkirin ku îsal li Amedê 350 hezar ton pembo bê berhemanîn.
Lê ji ber zêdebûna xerciyên çandiniya pembo yên wek mazot, elektirîka avdaniyê, kirîna tov, dermankirin, gubre û mesrefên komkirinê cotkar hatine wê astê ku êdî dev cotkariya pembo berdin.
“Eger bi vî awayî here em dê dev ji pembo berdin”
Cotkarê pembû Mehmet Azar got “Îsal lêçûnên donimek pembo li ser min bûye 8 hezar lire.
Lê em aniha kîloyek pembo bi 13 lîreyan difroşin fabrîqeyan. Yanî em di pembo de zirar dikin.
Karê me ye, pîşeya bav û kalen me ye em naxwazin dev jê berdin lê bi vê polîtîkayê bi vî awayî here em dê terka vî karî bikin.”
Yekîtiya Kooperatîfên Cotkarên Pembo (Çukobirlik) ji bo kîloyek pemboyê paqijkirî par 21 lîre destnîşankiribûn.
Lê tevî ku lêçûn sê çar qat zêdebûne jî îsal wê fîyetê daxistine 18 lîre û 50 qurişî.
Ji ber ve yekê cotkar dibêjin divê her kîloyek pembo herî kêm 30 lîre bûya ku kar û zerara wan hev derxista.
“Divê hikûmet alîkariya cotkaran bike”
Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engîn Yeşîl wiha anî ziman:
Piştevaniya hikûmetê ji cotkaran re serê donîmê sala par hezar û 600 lîre bû, divê îsal derxin 4 hezar lîreyî.
Di halê heyî de bi fiyeta îro lêçûnên berhemanîna kîloyek pembo li ser cotkaran 23 lîreyan e.
Îro cotkar jî pemboyê xwe bi 16-17 lîreyan difroşin fabrîqeyên çirçirê. Dema randimana wî jî dakeve kîloyek tê 12-13 lîreyan.
Ji ber wî divê hikûmet alîkariya cotkaran bike.”
Cotkar û karkerên demsalî bi gazin in
Ji ber pembo erzan e û cotkar di xisarê de ne destheqa karkerên demsalî jî gelek kêm e û ne bi dile karkeran e.
Karkerê demsalî Kadrî Kurkçu diyar kir “Par serê kîloyê destheqa me 2 lîre û 50 quriş bû.
Îsal jî heqê me 5 lîre ye lê 4 lîreyan jî bidin me dê me xilas bike.”
Karkerê demsalî Cûma Akkûş ragihand “Ji bo em neçin xerîbiyê em vî karî dikin.
Rojane destheqa me tê 300 lîreyî lê 300 lîreyên vî zemanî me xilas nake.”
Karkera demsalî Selma Aslanê got, “Karekî pir rehet nîn e.
Em saet di pêncên sibê de radibin heta şêşê êvarê dişixulin.”
“Ne xwediyê erd ne jî em qezenc dikin”
Karkerê demsalî Îzzet Kaya anî ziman “Ne xwediyê erd qezenc dike ne jî em qezenc dikin.
Hem xwediyê erd mexdûr e, hem jî em mexdûr in. Eger dewlet fîyeteke baş bide xwediyê erd, helbet xwediyê erd jî wê destheqeke baş bide me jî.
Wê çaxê ne em ne jî ew mexdûr dibin. Dewlet fîyetê nade ka em dê çi bikin.”
Karkerê demsalî Siraç Kaya wiha anî ziman, “Ez ji Qerejdaxê, ji Siwêregê heta vê derê 100-150 kîlometre rê têm.
Em saet 3-4ê şevê radibin têne vir. Em êvarê saet heftan de ji vir diçin.
Yanî li ber teba me jî nakeve. Karekî vala ye.”
Li gorî daneyên saziya TUIKê par li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 5 milyon û 832 hezar û 233 donim pembo hatoye çandin.
2 milyon û 750 hezar ton pemboyê bi dendik ango yê ne paqijkirî bidest ketiye ku ji zêdetirî ji sedî 60ê wî pemboyî li bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Riha, Êlih, Dîlok û Mereşê berhem hatiye.
Lê cotkar dibêjin eger piştgiriya hikûmetê ji cotkarên pembo re negihîje asta pêwîst, rêjeya çandiniya pembo dê sal bi sal kêm bibe.