PKK û artêşa Tirkiyeyê bîlançoya şer ragihand

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku li Herêma Kurdistanê di nava 24 seetên borî de 18 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê got ku di şer û pevçûnên 7 rojên dawiyê de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê 252 gerîlayên PKKyê û şervanên YPGyê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, 24 saetên borî de li herêmên Metîna, Zap û Xakurkê yên Herêma Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de şer û pevçûnan rû daye.

HPGyê da zanîn ku di van şer û pevçûnan de 18 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.

HPGyê amajê pê kir ku gerîlayan êrişî du baregehên artêşa Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê jî kiriye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî ragihand ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê “operasyonên wan ên li hemberî PKK û YPGyê didomin.”

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di êrişên wan ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de 252 şervan û gerîlayan canê xwe ji dest daye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.