Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Letîf Reşîd kir: Hêvîdar im hemû alî hevkar bin ji bo pêşerojeke baştir

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokê Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartina wek Serokomarê Iraqê pîrozbahî li Letîf Reşîd kir û hêvî kir ku hemû alî hevkar bin ji bo pêşerojeke baştir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê ji bo hilbijartina Letîf Reşîd wek Serokkomarê Iraqê pîrozbahî li wî kir.

Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku hemû alî bi hev re ji bo pêşerojeke baştir û pêkanîna hikûmeteke ku bersiva daxwazên welatiyan û pirsgirêkên vê serdemê, kar bikin.

Hilbijartinên serokkomariya Iraqê îro Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022an hat kirin û di encamê de Letîf Reşîd bi 162 dengan wek Serokkomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin, berbijêrê YNKê Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistin, 8 deng jî nehatine qebûlkirin.

269 parlementer beşdarî gera duyem a hilbijartina serokomariya Iraqê bûn. Li gorî gera yekem, dengên Letîf Reşîd zêde bûne û dengên Berhem Salih jî wek xwe mane.

Di gera yekem de 282 parlamenter beşdarî rûniştina parlamentoyê bibûn û Letîf Reşîd 157 û Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistibûn.

Serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd kî ye?

Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd;

- Di sala 1944an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye.

- Di sala 1968an de, li Zankoya Liverpoolê beşa endezyariya şaristaniyê qedand.

- Di sala 1976an de li Zankoya Manchesterê doktora xwend.

- Li Yemenê û Erebistana Siûdiyê rêveberê projeya xorak û cotkariyê FAO bû.

- Endamê Encûmena Rêveber a Kongreya Nîştimanî ya Iraqê (INC) bû.

- Di sala 1986an de nûnerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê yê Brîtanyayê bû.

- Di sala 2004an de bû Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê.