Li Wanê agir bi kadînê ket: 40 ton ka û 400 gurz giya şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navçeya Qelqeliyê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê agir bi kadînekê ket û di encamê de 40 ton ka û 400 gurz giya şewitîn.

Li Taxa Melehasan a Jêrê ya Qelqeliyê agir bi kadîna welatiyê bi navê Vahdettin Erçakan ket.

Heta niha nayê zanîn ka agir ji ber çi derketiye.

Agir ji aliyê welatî û tîmên berevaniya şaristanî yên Qelqeliyê û Wanê ve hat vemirandin, lê 40 ton ka û 400 gurz giya şewitîn û kadîn jî bi tevahî wêran bû.