Dema dirûna birincê Qerejdaxê ye

Amed (Rûdaw) - Li herêma  Qerejdaxê ku dikeve navbera Mêrdîn, Amed û Rihayê, werza çinîna birinc e. Birincê  Qerejdaxê weke cûreyek xwecîhî û taybet tenê li dev û dorên çiyayê volkanîk yê  Qerejdaxê tê hilberîn. Di rewşên asayî de herî kên zêdetirî 13. 500 donim erd de birincê  Qerejdaxê tê çandin. Çandiniya birincê  Qerejdaxê di meha nîsanê destpê dike û çinîn wê jî di dawiya meha îlonê de ye. Lê weke her cûr berhemên çandiniyê hişkesaliyê îsal li ser berhemanîna birincê Qerejdaxê jî bandorek gelek neyînî kiriye. Ji ber bêaviyê zeviyên birinc ji sedî 50 ji nav çûne.

Ev cûre birinc tenê li hêrêma Qerejdaxê tê hilberandin û her sal li ser zêdetirî 13.500 donim erd birinc tê çandin. Lê ji ber hişkesalî û bêaviyê, îsal ji sedî 50 zeviyên birinc ji nav çûne û hilberîn jî li gor salên berê gelek kêm e.

Çetîn Petekkaya, Cotkar, dibêje, “Par me 20 ton hilda be, îsal me deh ton rakir, yanî hişkesaliyê îsal rewşa me xirab kir. Lêçûn pir bûn. Torbeyek gubre par 70 lîre bû îsal bûye 150 lîre. Lîtreyek derman 300 lîre bû. Yanî îsal mesref gelk bû lê dahat tune ye. “

Li zeviyên birinc cihên rast û bê kevir bi bîçeran, cihên kevir ku bîçer nikarin biçinin jî bi şêwazê kevneşop bi dasokan tên çinîn. Ev yek jî li hember teknolojiya çandiniyê berxwedana palevaniyê ye û ji bo karkerên demsalî jî deriyê dahatê ye.

Zeyno Dulek, Çawîşa Karkeran, dibêje, “Em serê sibehê saet di şeşan de tên û di saet heftan de dest bi kar dikin. Êvarê jî em saet pêncan diçin mal. Ez çawîşa karkera me. Xebata serê sibê zor e, sibeha hewa sar e. Zehmetiya çeltûk heye.”

Omer Akpirînç, Karker, dibêje, “Wekî din karek tune loma em vî karî dikin. Heke febrîkayek hebûya me dê li wir kar bikira em li vir nedixebitîn.”

Besra Çelîk, Karker, dibêje, “Ez ji bo mala xwe dixebitim. Zarokên min hûr in, neh zarokên min hene. Wekî din xebatkarên me tune ne. Ez û keçikên xwe dişixulin.”

Birincê ku tê çinîn li bênderê li ber tavê tê raxistin piştî ku hişkbû, îja ji bo febrîkayan tên şandin li fabrîkjeya tê torbekirin û ji bo firotinê tê amadekirin.

Şerîf Aslan, Cotkar, dibêje, “Avên vir cemidîne. Hewaya  Qerejdaxê baş e. Ji ber çiyayê Bêsregê û çiyayê Reş gundê Dumurlî wek boxazek sar e ji ber wî jî tehma birincê  Qerejdaxê cuda ye.”

Mehmet Kahraman, Karker, dibêje, “Em li  Qerejdaxê hilberîna vê birincê dikin. Em vê bi çeltûkê kîloya wî bi çar lîreyan didin, dema em dibin fabrîkeyan em qaçilê wî didin hildan jî em kîlo ya wê bi deh lîreya difroşin.”

Birinca Qerejdaxê li herêma Qerejdaxê navdartirîn birinc e û ev birinc bi şêwaza çêkirina xwe û bi tehma xwe xwarineke sereke ya Kurdan e.