Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana devera Raniyeyê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî îro Sêşemê serdana bajarokê Raniye li parêzgeha Silêmaniyê kir û kevirê bingehîn ê Pira Derbenda Raniye danî.

Mesrûr Barzanî di twîtekê de amaje bi serdana xwe ya îro ya bo Raniyeyê kiriye û dibêje, ji bo danîna kevirê bingehîn ê vê pirê 9 milyon dolar hatiye terxankirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha gotiye, bi vê projeyê ew dixwazin di derxistina şiyanên aborî yên herêmê de alîkariya îdareya Raperînê bikin.

Ev yekem serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo devera Raperînê ji dema destbikarbûna wî weke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye. Mesrûr Barzanî dibêje, ew dixwaz e ji nêzîk ve guhdariya xelkê Raniyeyê bike, daku em bizanin ka em dê bikarin ji bo wan çi bikin.

Hikûemta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de behsa projeyê kiriye û ragihandiye, Pira Derbenda Raniye, projeyekî giring û stratejîk e li devera Raperînê û bi bûdceya 10 milyar û 300 milyon dînarî tê çêkirin.

Li gor heman daxuyaniyê, ew pir dê bibe sedema asankariyeke mezin bo hatin û çûna welatiyên deverê û di warê bazirganî de jî alîkariyeke baş dibe ji bo cotkarên navçeyê, daku berhemên xwe veguhêzin bazaran û bifiroşin.

Di vê serdana xwe de, biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çend projeyên din jî li sînorê devera Raperînê ragihîne.