Li Hewlêrê zarokên penaberên Rojavayê Kurdistanê bo pola yekem nayê tomarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Beşekî mezin ji zarokên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê dimînin ji xwendinê mehrûm mane, bi taybet yên pola yekem. Wezîrê Perwerde ya Herêma Kurdistanê jî dibêje hîç rênmayek tune ye ku rê li ber xwendekarên Rojavayê Kurdistanê bigire ku li wan dibistanan bixwînin.

Li taxa Şêx Ehmed, ku ew jî yek ji taxên mezin ên bajarê Hewlêrê ye, dibistaneke zarokên Rojavayê Kurdistanê heye bi navê Kobanî, dibistaneke fermî ye ser bi Wezareta Perwerda ya Herêma Kurdistanê ye, êdî nema zarokan qebûl dike.

Rêvebirê Dibistabl KObanî Sebah Mihemed ji xwedanên zarokan re gotiye ku Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê, biryar daye ku zarokên pola yekem,  qebûl neke û bi vê yekê, bi sedan zarokên Rojavayê Kurdistanê ji sala xwendinê mehrûm dimînin.

Bavê keçekê, bi navê Ferhad Osman ku bi xwe xelkê Kobanî ye û li taxa Şêx Ehmed dimîne, ji Rûdaw dibêje ku wî hemû belge û kaxetên tomarkirina keça xwe ji desteya  perwedeya Hewlêrê wergiritne û hatiye qebûlkirin ku keça wî dest bi xwendinê bike, lê dema diçe dibistanê, rêvebirê wê dibistanê tomarkirina keça wî qebûl nake.

Ji aliyê din ve Wezîrê Perwerde ya Herêma Kurdistanê jî dibêje hîç rênmayek tune ye ku rê li ber xwendekarên Rojavayê Kurdistanê bigire ku li wan dibistanan bixwînin.

Li Başûrê Kurdistanê nêzîkî 34 hezar xwendekarên Rojavayê Kurdistanê hene, li Hewlêrê tenê nêzîkî 6 hezar xwendekar û li kampan jî 10 hezar xwendekar hene.