Li Amedê 3emîn konferansa Yekitiya Zanayên Olî birêve diçe

Amed (Rûdaw) -  Zanayên ola îslamê yên kurd li Amedê di konferansekê de hatin ba hev û pirsgirêka têgihiştina îslamê û riyên çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêbazên îslamî nîqaş kirin.

 

Serokê Yekitiya Zanayên Îslamê ya Cîhanê Alî Qeredaxî jî tevli konferansê bû û got: "Ger li Iraqê demokrasiyeke heqîqî hebûya îro Kerkûk jî tê de hemû herêmên veqetiyayî bi hilbijartinê hatibûn ser axa Kurdistanê. Pirsgirêka alema îslamê zilm e, îstîbdat e û dîktatorî ye."


Li bajarê Amedê 3emîn konferansa Yekitiya Zanayên Olî dest pê kir. Ji çar perçeyên Kurdistanê jî zanayên olî beşdarî vê konferansê bûn û li ser pirsgirêka li Rojhilata Navîn, têgihiştina îslamî û çareseriya pirsa kurd gotar pêşkêş kirin.


Li gorî zanayên olî yên Bakurê Kurdistanê ger welatên desthilatdar di çarçoveya mafên mirovîn û îslamî nêzî kurdan bibin, dê pirsa kurd li Bakur bi riyên aştiyane bê çareserkirin.


Derbarê vê mijarê de Zanayê Olî yê Bakurê Kurdistanê Mele Teyîb Elçî ji Rûdawê re wiha got: “Em bi nêrîna Quran û sûnetê li her zimanî û her rengî binêri û ger em di biratiya însanî û îslamiyetê de bigihijin hev û tu cudahiyê nexin navbera hev, înşela dê pirsgirêka kurd bê çareserkirin.”


Serokê Yekitiya Zanayên Ola Îslamê ya Cîhanê Alî Qeredaxî jî di konferansê de amade bû. Li gorî Qeredaxî jî pirsa kurd li Başûr dikare bi dadê çareser bibe. Ger desthilata Iraqê li gorî rastiya îslamê tevbigeriyana Kerkûk û herêmên veqetiyayî niha di destê kurdan de bûn.

 

Serokê Yekitiya Zanayên Ola Îslamê ya Cîhanê Alî Qeredaxî wiha axifî: “Eger Iraq mesela demokrasiyeke heqîqî tê de hebe, em tu tiştekî din navên. Lewre em dizanin eger demokrasiyeke heqîqî hebe xelk mafê xwe werdigre. Eger demokrasiyeke heqîqî tê de hebe em diçin hilbijartinê, li Kerkûk û mintiqeyên din û xilas. Ji sala 2003an heta niha tu tiştekî nehatiye kirin. Ji ber vê yekê pirsgirêka alema îslamê zilm e, îstîbdat e, tûriyan e, dîktatorî ye.”


Ji Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî gelek zanayên olî tevli konferansa Amedê bûn. Mele Zahid Xiznewî ku li Rojava zanayekî navdar e, da zanîn ku heta zanayên olî di bin fermana desthilatan de kar bikin, ne pêkan e ku pirsa kurd bê çareserkirin.


Li ser heman mijarê Zanayê Olî yê Rojavayê Kurdistanê Mele Zahid Xiznewî jî got: “Ew ê ku mirtebitê hakiman e û ji wan re tebdîr dikin ayetên xwedê, li gorî hisabên wan çêdikin, hedîsên pêxember li gorî wan çêdikin, halbûkî tu eleqeya wan pê tune ye. Pirsgirêkeke pir mezin e wextê alim bibin tabiê hakimî.”


Konferansa Zanayên Ola Îslamê yên Kurd dê du rojan berdewam bike. Di dawiya konferansê de dê ji bo raya giştî encamnameyek bê aşkerakirin.