Herî zêde hewaya 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê qirêj e

Hewlêr (Rûdaw) - Hewaya Bakurê Kurdistanê sal bi sal qirêjtir dibe û pê re hejmara mirinan jî zêdetir dibe.

Li gorî raporeke ku ji aliyê Platforma Mafê Hewaya Paqij ve hatiye belavkirin, di pîvanên 2022yan de parêzgehên Êlih, Îdir, Agirî, Şirnex û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê 5 parêzgehên sereke ne ku hewaya wan herî qirêj e.

Partîkûl 10 madeya qirêj a di nav hewayê de ye.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji bo ku hewaya navçeyekê wekî paqij bê qebûlkirin divê herî zêde 15 mîkrogram metrekup ji wê madeyê di nav hewaya wê navçeyê de hebe.

Lê ew made di nav hewaya wan her 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê de 5 heta 8 qat ji standartên cîhanî zêdetir e.

“Xelkê Meletiyê rojane du qat zêde hewaya qirêj dikişîne hindirê xwe”

Aktîvîsta Platforma Mafê Hewaya Paqij Denîz Gumuşelê got:

“Rojane madeya qirêjker a hûn bikişînin hindirê xwe herî zêde 50 mîkrogram metresêca ye.

Bi awayekî navendî divê salane ji 40 mîkrogram metresêca derbas nebe.

Lê ev yek li Êlihê 108,57 mîkrogram metresêca, li Îdirê 98,18, li Agirî 85,97, li Şirnexê 75,77 û li Meletiyê jî 70 mîkrogram metresêca ye.

Eger em li Meletiyê binêrin ku 70 mîkrogram metresêca herî kêm  madeya qirêj di nav hewaya wê de ye, sînorê li Tirkiyeyê hatiye diyarkirin 40 mîkrogram bû, lê tenê li Meletiyê ji sînorê destnîşankirî derdora 2 qat zêdetir hewa qirêj e.

Wate xelkê Meletiyê salane her roj derdora 2 qat zêdetir ji sînorê wezareta jîngehê diyar kiriye, hewaya qirêj dikişînin hindirê xwe.

Ev jî amajeyeke gelekî cidî ye bo pirsgirêkên tenduristiya gel.”

Şirnex 4emîn parêzgeh e ku xelkê wê herî zêde rûbirûyî hewaya qirêj dibe.

Serokê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê ji Rûdawê re ragihand sedema sereke ya pîsbûna hawaya vî bajarî û navçeyên wê wêstgeha termîk a berhemanîna elektirîkê ye ku bi komirê kar dike.

“Wêstgehên termîkê dibin sedema nexweşiyên cur bi cur”

Serokê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay sedema nexweşiyan wiha bi nav kir:

“Wêstgeha termîkê ya 405 megawattî bi komirê tê bikaranîn.

Mixabin rojê bi tonan dûmana karbonmonoksît, kukurtdioksîdê li hewayê belav dike.

Ev jî dibe sedema nexweşiyên cur bi cur ên wekî nexweşiyên penceşer û egzamayê.”

Pîsbûna hewayê her diçe zêdetir metirsiyê li ser jiyana mirovan çêdike.

Amarên nexweşî û mirinan ên ji ber hewaya qirêj jî di zêdebûnê de ne.

Mirinên herî zêde li Êlih û Îdirê ne

Li gor raporeke Platforma Mafê Hewaya Paqij, tenê di sala 2021ê de li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê herî kêm 42 hezar û 67 kesan ji ber hewaya qirêj canê xwe ji dest daye.

Mirinên herî zêde yên ji ber hewaya qirêj li Êlih û Îdirê ne.

Li Êlihê ji her 100 mirinan 31ê wan û li Îdirê jî ji her 100 mirinan 28ê wan ji ber hewaya qirêj e.

Pizîşkê Saxlemiya Gel Tewfîq Bayram derbarê bandorên hewaya qirêj ên li ser tenduristiya mirovan de ji Rûdawê re aixîvî û got:

“Paqijiya hewayê bandorên mezin li ser tenduristiya mirovan heye.

Ew partîkulên di nav hewayê de bi taybetî bi rêya hewayê digihîjin pişên mirovan û ji wê jî li laşê mirov belav dibe.

Ev dibe sedema gelek nexweşiyan bi taybetî yên nefesê û yên damarên xwînê.”

Pispor sedema sereke ya pîsbûna hewayê ya her 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi bikaranîna zêde ya komir, şewitandina  sotemeniyên fosîl û madeyên plastîkî, dûkêla kargehên pîşesaziyê û dûkêla eksozên otomobîlan ve girê didin.

Herwiha pispor dibêjin heta li wan parêzgehan ev yek berdewam bibin ne pêkan e ku hewaya wan paqij bibe.