Li Îdirê agir bi bazara sebzeyan ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi bazara sebzeyan a ser bi şaredariyê ve ket.

Li Îdirê doh 12ê Îlonê derengê şevê, ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi bazara sebzeyan a Şaredariya Îdirê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên berevaniya sivîl, polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Agir piştî xebatên 2 demjimêran ji aliyê tîmên peywendîdar ve hat vemirandin.

Ji ber agir di du avahiyên bazara sebzeyan de zirara madî çê bû.

Polîs derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.