Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Qeterê vekirina konsulxaneya Qeterê li Hewlêrê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Qeterê yê li Iraqê civiyan û vekirina konsulxaneya Qeterê li Hewlêrê gotûbêj kirin. Her du aliyan herwiha tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û baştirkirina zemîneya hatina veberhênerên Qeterî bo Herêma Kurdistanê û Iraqê jî kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Sêşembê 13ê Îlona 2022an li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Qeterê yê li Iraqê Xalid Bin Hemed Elsilêtî kir û di hevdîtinekê de hin mijar gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de “têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Qeterê re, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên wê yên herî dawî, xebatên ji bo vekirina konsulxaneya Qeterê li Hewlêrê di paşerojê de, derfetên veberhênana Qeterê li Herêma Kurdistanê û amadekariyên Qeterê yên ji bo Kûpaya Cîhanî ya Futbolê ya 2022an gotûbêj kirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “her du aliyan tekez li ser xwesteka Qeter û Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyan û hevkariyên hevbeş û berhevkirina zemîneke xweş ji bo veberhênana Qeterê di sektor û warên cuda yên Herêma Kurdistan û Iraqê de kirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Qeterê yê li Iraqê di vê civînê de herwiha behsa giringiya geştên rasterast ên xeta asmanî ya Qeterê bo Iraq û Herêma Kurdistanê jî kirin.

Li gor Serokatiya Herêma Kurdistanê, “girîngiya aştî û aramiya siyasî li Iraqê ji bo tevahiya navçeyê û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran û herêmî re çend mijarên din ku ji bi her du aliyan giring bûn”, di civînê de hatin gotûbêjkirin.