Tirkiye pêgeha xwe li Sûriyê bihêztir dike; Vê carê zanîngeh vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Her ku diçe Tirkiye pêgeha xwe li bakurê Sûriyê bihêztir dike. Tirkiyê, dibistan, bank û gelek dezgehên xwe yên cuda li deverên bakurê Sûriyê yên di bin kontrola hêzên xwe de ava kirine û herî dawî jî wî welatî zanîngeheke Tirkî li bajarê Babê vekir, ku zimanê xwandinê têde Tirkî, Ingilîzî û Erebî ye.

 

Zanîngeha Haranê li bajarê Babê yê Sûriyê hat vekirin. Bi vekirina vê zanîngehê dê bi hezaran xwendekar ji bajarên Bab, Cerablus, Efrîn û Elraî di beşên cuda yên vê zanîngehê de dest bi xwendinê bikin.

 

Zanîngeha Heranê ji 6 beşan pêk tê û xwendin têde bi sê zimanên Tirkî, Erebî û Ingilîzî dibe.

 

Rektorê Zanîngeha Heranê, Prof. Dr. Ramazan Taşaltin derbarê vekirina vê zanîngehê de ragihandiye: "Di pêngava yekem de ew beşên em li vê derê vedikin 9 beş in. Sê beşên endazyarî, bînasazî, elektrîk, mekanîk, çandinî, parastina giya. Di mijara kolêjên beşên zanistî de jî, kolejên kîmya, matematîk û biyolojiyê vedikin. Bi giştî 9 beşan vedikin, lê îsal 6 beşan vedikin û meha Îlonê xwendin li wan beşan destpê dike."

 

Di her şeş beşên vê zanîngehê de xwendin bi zimanên Tirkî, Erebî û Ingilîzî dibe û ligel ku xwendekarên Efrîn û derdora wê jî li xwe digire, lê Kurdî di nav wan zimanan de cih nagire.

 

Prof. Dr. Ramazan Taşaltin dibêje: "Bi awayekî giştî bo her beşekî ji wan beşên ku tên vekirin, di bernameya me de heye ku 30 xwendekaran werbigirin. Avahiya me li wê derê amade ye. Me programa xwe amade kiriye. Li gor bernameyê ku me daniye qonaxa yek û du li Babê dibe û polên sê û care vediguhêzn Heranê. Lê eger di paşerojê de biguhere, xwendina herçar qonaxan jî li wê derê tê kirin."

 

Bi vekirina Zanîngeha Heranê li bajarê Babê, Tirkiye pêgeha xwe li deverên bakurê Sûriyê bihêztir û qahîmtir dike, tevî ku bi vekirina vê zanîngehê derfet ji hin xwandekarên herêmê re çê dibe, ku dixwazin ligel hemû zehmetiyên jiyanê li welatê xwe bixwînin û bawernameya zanîngehê bidest bixin.