Aloziya “dibistana kurdî” didome

 

Enqere (Rûdaw)- Piştî aloziyên “dibistana kurdî” ya li navçeya Licê ya Amedê, bi molotof û bombayên dengî hin dibistan hatin wêran kirin. Tevgera Ciwanen Welatparêz yên Şoreşger (YDG-H) ya giredayê PKKê ev bûyer li xwe girtin.

Li navçeya Ferqînê ya Amedê duh şev Dibistana Ataturk, Dibistana Dayîkê ya 14ê Nîsanê Dibistana Amadeyî ya Sîlvanê, Dibistana Amadeyî ya Îmam Hatîpê û Dibistana Seretayî ya Mehmet Adil Kepoglu  ji aliyên hin kesên rûyê wan girtî ve bi molotof û bombeyên dengî êrîş lê hat kirin.

Hat zanin di encama çalakiyan de agirî girtiye Dibistana Dayîke ya 14 Nîsanê û zêrara madî çêbûye. Êrîşên 5 dibistana hatin kirin rêxistina YDG-Hê giredayê PKK di medaya civakî de li xwe girt.

Li gundê Kerwas ya navçeya Licê ya Amedê dibistana ji bo dersa kurdî bê dayîn hati avakirin rayedaran xwestîbûn li ser lêkolînê bikin. Heman dema rayedar dikevin hundirê gund buyer derketî bûn.

Te zanin piştî ku Serokê PKK Abdullah Ocalan got “Xweseriyê bixwe damezirînên” hin kesa xwestin dibistanên perwerdeya kurdî ava bikin. Dibistana li Liceyê bê çekirin ji bo xweseriye girîng tê dîtin. Plan ew e ku di dibistanê de hemû ders kurdî bên dayîn. Tê hêvîkirin hin dibistanên kurdî yên din jî bên avakirin.

Hevserokê KCK Cemil Bayik ragihandibû asîmilasyona li ser zimanê kurdî didome û banga boykotkirina dibistana kiri bû.

Li Tirkiyeyê duşemê dê dibistan vebin.