Li Amedê 24 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê îro 24 kes ji ber tohmetên cuda hatin desteserkirin.
Tîmên Şaxa Asayîşê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê vê sibehê bi tohmetên gulebarankirin, gefxwarin, birîndarkirin û diziyê bi ser gelek malan de girt.
Di operasyonê de 24 kes hatin desteserkirin ku bi hincetên cuda biryara wan a desteserkirinê hebû.
Di nav kesên desteserkirî de 2 kesên 17 salî jî hene.
Di operasyonê de 146 zêrên rib, nîv û mezin ku hatibûn dizîn hatin girtin.
Polîsan 24 kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê.