Li Sêwazê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê erd hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku mezinahiya erdhejê 4,1 pile ye.

Li gorî agahiyên ku AFADê dane, erdhejê demjimêr 10:33yan rû daye û kûrahiya wê 9,7 kîlometre bûye.

Divê were gotin ku şeva borî li bajarê Hemayê yê Sûriyeyê erdhejeke bi mezinahiya 5,2 çêbû û hinek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî hejiyan.