Li Dêrsimê kesek di Çemê Pulumurê de xeniqî

Dêrsim (Rûdaw) – Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê kesekî 27 salî ji bo ku xwe hênik bike, ket çem û tê de xeniqî.

Nûcegihan Rûdawê yê Dêrsimê Ali Haydar Gozlu ragihand ku 4 hevalên hevdû ji bajarê Erzinganê ji bo gerê çûne Dêrsimê.

3 ji wan kesan li Geliyê Pulumurê ji bo xwe hênik bikin ketin ava çem û li ber avê çûn.

Bi alîkariya welatiyên li herêmê, 2 ji wan ji çem hatin derxistin lê Servet Şenturkê xelkê Wanê ji ber çavan wenda bû.

Li ser agahdarkirinê ekîbên AFADê, tenduristî, îtfaiyeyê, endamên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzurê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Servet Şenturk ji avê hat derxistin û derket holê ku ew xeniqiye.

Ekîban, cenazeyê Servet Şenturk ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.