Li Efrînê 11 welatiyên Kurd hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku hêzên Tirkiyeyê û çekdarên ser bi wê ve li gundên Kîmar, Celemê, Kibêşîn, Dargirê û Şiyê 11 welatiyên Kurd girtine.

Çekdarên rêbenda ewlehiyê doh li ber dergehê başûrê bajarê Efrînê welatiyê bi navê Hesen Xidir Hemo yê 36 salî girt.

Hesen Xidir Hemo, ku xelkê gundê Kîmarê yê nahiyeya Şêrawayê ye, dema ji gundê Basûtayê vedigeriya bajarê Efrînê hate girtin.

Roja pêncşemê jî li gundê Celemê hinek ciwan hatin girtin ku hikûmeta Tirkiyeyê ew dersînor kiribûn.

Li Şiyê jî 10ê vê mehê ciwanê bi navê Egîd Mihemed Ebdoyê 33 salî hate girtin.

Herwiha 8ê vê mehê 2 welatî li gundê Kibaşînê yê Şêrawayê hatin girtin.