Li Îdirê 136 koçberên Efxan bo welatê wan hatin şandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê, 136 koçberên neyasayî yên Efxan bi geşteke asmanî bo welatê wan hatin vegerandin.
Hêzên Ewlekariya Tirkiye li ser guvaşa opozîsyon û xelkê wî di van demên dawî dest bi hewlên vegerandina koçberan bo welatên wan kiriye. Di vê çarçoveyê de rojane bi dehan koçberên li navendên koç û koçberan ku piraniya Efxan in bi geştên asmanî vedigerîne welatê wan.
Li gor zanyariyan îro 13ê Tebaxa 2022ê, 136 koçberên Efxan ên li navendên koçberan yên li parêzgeha Îdirê piştî temambûna karûbarên yasayî bi geşteke asmanî bo Kabula paytexta Efxanistanê hatine vegerandin.
Li gor zanyariyan di navbera 6 heta 13ê vê mehê de li Îdirê bi giştî 906 koçberên Efxan bi 6 geştên asmanî bo welatê wan hatine şandin.
Li gor Rêveberiya Koç û Koçberan a Tirkiye, îsal li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 38 hezar û 795 jê Efxan bi giştî 63 hezar û 298 koçberên neyasayî bo welatê wan hatine vegerandin.