Termê perestyarê di Çemê Miksê de wenda bû piştî 64 rojan hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Berwariyê ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, termê perestyarê ku 11ê Hezîrana 2022ê di Çemê Miksê de wenda bibû, piştî 64 rojan, îro 13ê Tebaxê hat dîtin.
Xebatên lêgerînê ji aliyê 130 kesên pispor û polîsên binavê yên ji parêzgehên Wan, Xarpêt û Sêrtê dihatin meşandin. Piştî xebatên 64 rojan îro 13ê Tebaxê termê Eyup Guneş, ji cihê ku ketibû çem hezar û 500 metreyan dûr li nêzîk Sûlava Karervaz hate dîtin.
Termê Guneş bo karên otopsiyê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê hat veguhestin. Piştî karên otopsiyê dê termê Guneş bo malbata wî bê radestkirin.
11ê Hezîrana 2022ê li nêzîk gundê Bêdarê yê Berwariyê, dema fermanberên tendirustiyê li ber Çemê Miksê seyran dikirin, lingê perestyara bi navê Halime Timurtaş şemitî û kete nav çem. Hevalê wê yê perestyar Eyup Guneş jî ji bo Halime Timurtaş ji nav çêm derxîne xwe avêt nav çêm, lê nikaribû derketa û bi avê re herikî.
Halime Timurtaş ji çêm hatibû derxistin, lê tevî midaxeleyan canê xwe jidest dabû. Ji bo dîtina Eyup Guneş jî heman rojê xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin.