Li Çewligê agirê daristanê hat vemirandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dara Hênê ya Çewliga Bakurê Kurdistanê agirê ku bi daristanê ketibû, hat kontrolkirin,

Li gundê Tarçûrê ya ser bi navçeya Dara Hênê ji ber sedemeke ne diyar agir derket.

Gundiyên ku dûmana agir dîtin, agahiya Rêveberiya Daristanan a Çewligê pê xistin.

Agir ji aliyê personelên Rêveberiya Daristanan a Çewligê, cenderme û bi alîkariya gundiyan hat vemirandin.