Mele Elî Kelek: Ji bo giştpirsiyê ez bi Xwedê re axivîm

Hewlêr (Rûdaw) – Mele Elî Kelek, ku xwe weke pizîşkê olî û hekîm dide naskirin, derbarê giştpirsiya Kurdistanê de got: “Min li ser giştpirsiyê pirs ji Xwedayê Mezin kir, wî jî bi rêya xewnê bersiv da min.”

 

Di dîmenekê de ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, hunermend Helkeft Zahir li gel Mele Elî Kelek derbarê giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlonê diaxivin.

 

Di dîmenê de hunermend Helkeft Zahir nêrîna Mele Elî Kelek ya ser giştpirsiyê dipirse.

 

Mele Elî Kelek jî dibêje: “Ji bo giştpirsiyê roja 11ê Tebaxa 2017ê min xwest ji Xwedayê Mezin û Mêhrîban bipirsim ka ew ji bo me çi dibêje. Piştî demjimêr 12.00ê şevê min dest bi nimêja du rikaet a îstîxare ya pirskirina Xwedê kir. Min ev pirs kir; ya Xweda, em welatekî misilman û zulmlêkirî ne. Gelek komkujî û karesat bi ser me de hatine. Me gelek êş û azar kişandine û heta niha jî em di destê stamkaran de dinalin. Ya Xweda, eger di giştpirsiyê de xêr hebe dilê min xweş bike û bila xewnekî xweş bibînim. Lê eger ne bi xêrê ye, peyamekê bide min.”

 

Mele Elî Kelek di berdewamê de dibêje: “Bi şev razam û min di xewna xwe de dît, ku bi tevê malbata xwe diçûme Hecê. Me tevan cilên spî li xwe kiribû. Dilê min pir xweş bû û ti caran min xewneke wiha nedîtibû.”

 

Bi gotina Mele Elî Kelek roja din wî ev xewna xwe ji hevalekî xwe yê zane pirs kiriye û wî jî gotiye: “Ev nîşana wê wê yekê ye, ku Xwedayê Mezin li gel giştpirsiyê ye. Divê dengê erê bidin. Xwedê dixwaze kurd bibin delet û hikmê şer’î yê wî bicîh bînin.”