Parêzeran ji bo mafên Kurdan ên di Peymana Lozanê de hatine binpêkirin serî li Dadgeha Bilind dan
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Konfederasyona Kurdên Diyasporayê (DIAKURD) bi daxwaza betalkirina Peymana Lozanê û daxwaza “mafê xwe birêvebirina neteweya Kurd” serî li Dadgeha Bilind a Tirkiyê dan. Parêzerên ku li ser mijarê daxuyanî dan diyar kirin ku heger ji rêyên navxweyî encam neyên wergirtin dê serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bidin.
DIAKURDê di 100. salvegera Peymana Lozanê de di 2ê Gulana 2023an de bi rêya parêzerên xwe bi daxwaza “cibicîkirina mafê xwe birêveberinê yê binpêkirî yê neteweya Kurd” serî li Kabîneya Serokomariyê da û pêvajoyeke hiqûqî dabû destpêkirin. Ji ber ku di dema diyarkirî de ti bersiv nehatin dayîn, mijar ji bo dadgeha bilind hate birin.
Parêzerên DIAKURDê Hişyar Ozalp û Rıdvan Dalmiş ên ku li Cemiyeta Rojnamegeran a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin, li ser doza ku li Dadgeha Bilind hatiye vekirin agahî dan.
Parêzer Hişyar Ozalp diyar kir ku di 100emîn salvegera Peymana Lozanê de cara yekem e Kurdan bi rêbazên hiqûqî ev peyman qebûl nekirine û xwestine “Mafê Çarenûsê ya Gelan” bê bicihanîn.
Ozalp destnîşan kir ku di Peymana Lozanê de îradeya Kurdan nehat temsîlkirin û bi peymanê mafê çarenûsê yê Kurdan ji holê rakir û diyar kir ku Komara Tirkiyê jî Kurd înkar kirine, hewl daye wan tune bike û li ser vê peymanê serî li asîmîlasyonê daye.
Hişyar Ozalp diyar kir ku di doza ku li Dadgeha Bilind a li dijî Kabîneya Serokkomariyê hatiye vekirin de wan belgeyên têkildarî van hemû pêvajoyan bi delîlan lê zêde kirine û destnîşan kir ku Tirkiyê Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî û Peymana Mafên Aborî, Çandî û Civakî binpê kiriye.
“Divê Kurd di her pêngavê de xwedî li vê dozê derkevin”
Parêzer Ozalp diyar kir ku di dema amadekirina dosyeyê de ji akademîsyenên Kurd piştgirî wergirtine û nêrîn û pêşniyarên wan xwestine û got, “Eger Dadgeha Bilind serlêdana me red bike yan jî bersiveke neyînî bide em ê bibin Temyîzê. Heger ji vir jî encamek neyê girtin em ê biçin Dadgeha Destûra Bingehîn. Heger daxwaza me li vir neyê qebûlkirin, em ê dosyayê derbasî hiqûqa navneteweyî bikin û serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bidin. DIAKURD aliyê ku doz vekirî ye lê ev doz doza gel e. Ji ber vê yekê divê hemû Kurd di her pêngavê de xwedî li vê dozê derkevin û dengê xwe bigihînin cîhanê. Ez di wê baweriyê de me ku gelê Kurd, partî, kesayetên serbixwe û rêxistinên sivîl wê girîngiyê bidin vê dozê.”