Îro 92 sal di ser Komkujiya Geliyê Zîlan re derbas dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Îro 92 sal di ser Komkujiya Geliyê Zîlan re derbas dibin ku di rojên 12-13ê Temûza 1930an de ji alyê artêşa Tirkiyê ve hat kirin.
Sala 1930an, di Komkujiya Geliyê Zîlan de ku di belgenameyên Komara Tirkiyê de wek “Bûyera Geliyê Zîlan” hatiye tomarkirin, bi destê leşkerên artêşa Tirkiyê 44 gund hatin şewitandin û wêrankirin. Li gorî amarên fermî yên Tirkiyê, 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatin şewitandin û rûxandin.
Pertax, Newala Kuştiya, Hesenevdal, Adaxeybê, Milk, Newala Fedê, Newala Bebo û Çaqirbeg navendên komkujiyê bûn.
Li gorî amarên fermî yên Tirkiyê, 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatin şewitandin û rûxandin. Lê şahidhalên wan rojan dibêjin, zarok û jin, kal û pîr bi giştî 45 hezar kes bûne qurbanî.
Bi Qanûna Îskanê a 5ê Gulana sala 1932an, çûn û hatina wan gundan heta 20 salan hat qedexekirin û bû destpêka mişextîkirina Zîlaniyan. Piraniya kesên hatin mişextîkirin di zindanan de canê xwe ji dest dan. Hinek jî bi destê dewleta Tirkiyê hatin kuştin.
Ligel qedexeyê Geliyê Zîlanê êdî bû tewla dewletê. Di sala 1980an de jî bi biryara Kenan Evren (7emîn Serokkomarê Tirkiyê), Kirgizên hawirde li gundên Geliyê Zîlan hatin bicîhkirin.
Welatiyên Geliyê Zîlan ligel ku tapoyên wan ên serdema Osmaniyan jî hene nikarin zeviyên xwe werbigirin û vegerin ser axa xwe ku dewletê dest daniye ser.
Komkujiya Geliyê Zîlan, piştî damezrandina Komara Tirkiyê duwemîn komkujiya mezin a li hember Kurdan bû ku ya yekem sala 1921ê li Qoçgirî hatibû kirin.
Tora Medyayî ya Rûdawê di Îlona 2020an de belgefîlmeke taybet derbarê Komkujiya Geliyê Zîlan de bi navê Esmanê Sor: Geliyê Zîlan weşand ku têde şahidên komkujiyê û kesên ku ji şahidan çîrokên komkujiyê bihîstine, behsa wê komkujiyê û kuştina bi hezaran welatiyên Kurd ji aliyê leşkerên Tirkiyê dikin.