Mûş: Bendava Alparslan-1 ku par çikiyabû îsal ji %90 tijî bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Bendava Alparslan-1 ku par asta ava wê bi awayekî çikiyabû girtina masiyan jî tê de bidawî bibû, îsal bi rêjeya zêdeyî %90 tijî bûye.

Sala 2021ê ava Bendava Alparslan-1 bi dirêjahiya 6 kîlometre ji peravan  çikiya bû. Herwiha ew mizgeft û avahî jî derketibûn ku berî çêkirina bendavê hebûn û xelk di wan de dijiyan.

Li gor zanyariyên Rêveberiya Karûbarên Avê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê, di sala 2022ê de ti krîz û pirsgirêkek di ava Bendava Alparslan-1 de çênabe û ava pêwîst kom bûye.

Çêkirina Bendava Alparslan-1 sala 1998an li ser Çemê Mûradê destpê kir û sala 2002ê bidawî bû. Qebareya wê 3.5 milyon metre sêca ye û bilindahiya wê 91 metre. Ew bendav salane dikare 488 megawatt elektrîkê berhem bîne.

Muxtarê Gundê Gulçîmen Ali Riza Merttir anî ziman, “Sala borî hun wê avê dibînin, ji ber hişkesaliyê 5-6 kîlometre çikiya bû. Şikir îsal ji ber barana zêde bi tevahî tejî bûye. Par av çikiya bû, mal, pir, yekîneyên niştecihbûnê û mizgeft, hemû derketibûn. Îsal ji ber berfa zêde û baranê niha bendava me bi rêjeya %90 tejî bûye. Beşek ji gundnişînên me debara xwe bi girtina masiyan dikin. Par girtina masiyan wek bibêjî bi dawî bûbû. Lê îsal bendav tejî ye û masîgir jî masiyan digrin û debara xwe peyda dikin.”