Li Rojava bi du rêyan elektirîk tê dabînkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, du çavkaniyên Elektirîkê hene, elektirîka niştimanî anku ya ku hikûmeta Sûriyê heta niha dabîn dike û elektrîka jeneratorên taybet ku li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bi riya kerta taybet tê dabînkirin.

 

Elektirîka niştimanî, anku ya hikûmetê, 40 Ampêr û 220 Volt e û bi toreke sereke li tevahiya mal, dikan, kargeh, gund û bajar dabeş dibe.

 

Ji sala 2014an ve û ji ber kûrbûna krîza li Sûriyê, rojane tenê 4 saet elektirîka niştimanî li Rojavayê Kurdistanê tê dabînkirin. Hin caran bi rojan elektirîka niştimanî tê birîn û xelk bê elektirîk dimînin.

 

Ji 6 salan vir ve, piraniya xelkê bihayê elektirîka niştimanî nadin, ji ber ku sîstema îdarî ya hikûmeta Sûriyê li herêmên kurdî nemaye.

 

Elektirîka ampêran bi jeneratorên taybet tê peydakirin û şiyana wê 220 Volt e û tenê li bajar û bajarokan tê dabînkiirn. Di sîstema dabeşkirina wê leketirîkê de, ji bo her malekê 4, 6, 8 an jî 10 Ampêr têne terxankirin.

 

Her 8 saet elektirîk hember 1400 heta 1500 lîreyên sûrî ye. Ji bo cihên bazirganî bi awayekê taybet elektirîka jeneratoran tê dabeşkirin, û bê rawestan her yek Ampêr bi 7000 lîreyên sûrî ye.

 

Elektirîka ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve tê dabînkirin, pir kêm e û di rewşa herî baş de, rojane 4 saetan tên dabînkirin. Elektirîka jeneratoran jî tevahiya saetên mayî yên rojê nikare elektirîkê ji bo welatiyan dabîn bike.

 

Bi bilindbûna pileyên germahiyê re, gilî û gazinên welatiyê ji kêmbûna elektirîkê zêdetir dibin.