KILÎS – Agir bi konteynerên leşkeran ket!

Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê bajarê Kilîsê li devera ku baregeha leşkerî li wir e, agir bi konteyneran ket û cebilxaneyên leşkeran teqiyan.

 

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Kilîsê, li ser rêya 15emîn kîlometreya navbera bajarên Kilîs û Dîlokê, 2 kîlometre nêzîkî Herêma Pîşesaziyê, ji ber sedemeke ne diyar agir bi konteynerên leşkeran ketiye.

 

Herwiha ji ber şewatê cebilxaneyên leşkeran teqiyane.

 

Rêya navbera bajarên Kilîs û Dîlokê hate girtin û gelek ambulans, tîmên rizgarkirinê û agirkuj çûn cihê bûyerê.

 

Ji ber teqînan agirkuj nikarin nêzîkî agirî bibin.

 

Herwiha ji ber bandora dûmana şewatê 10 leşker ber bi Nexweşxaneya  Dewletê ya Kilîsê hatin veguhastin.