XARPÊT – Zarokek 7 roj berê winda bûbû, termê wî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Paloyê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, termê zarokê ku 7 roj berê winda bûbû di Çemê Muradê de hat dîtin.

Burak Sunerê 14 salî 7ê Hezîranê ketibû Çemê Muradê da ku sobaniyê bike lê avê ew li ber xwe biribû.

294 karmend ji wê rojê ve bi 8 belem û kelek, 42 otomobîl û amûrên lêgerînê yên bin avê li Burak digeriyan.

Termê Burak îro li nêzîkî gundê Seydiliyê hat dîtin ku 3 kîlometreyan dûrî cihê bûyerê ye.

Tîman termê Burak ji bo karên otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.