ÊLIH – Birêvebirê DEM Partiyê bi darê zorê hat desteserkirin!

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsan, Birêvebirê DEM Partiyê yê Êlihê Bariş Avşar bi darê zorê desteser kir.

Bariş Avşar doh li dadgeha parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê hat desteserkirin.

Di dîmenan de xuya dibe ku polîs wî bi zorê desteser dikin, li pey xwe dikişkişînin û dibin.

Şaxa DEM Partiyê ya Êlihê bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî vê yekê da û got:

“Polîsên şkencekar, bi awayekî nehiqûqî hevalê me desteser kir û parêzerên ku dîmen qeyd dikirin jî tehdîd kirin.”