HEWLÊR – Şewata li parzûngehê berdewam dike!

Hewlêr (Rûdaw) - Parzûngeha petrolê ya li ser rêya Hewlêr û Giwêrê ji şeva borî ve dişewite.

Tim teqînên nû rû didin û şewat berdewam dike.

Li gorî agahiyên ku gihane Rûdawê, heta biha herî kêm 10 kes birîndar bûne ku piraniya wan xebatkarên ekîbên agirvemirandinê ne.

Şeva borî demjimêr 20:30î li ser rêya Hewlêr-Giwêrê, li qada ku parzûngeha petrolê, kargeha belavkirina petrolê û depoya qîrê lê ne şewat derket.

Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, heta niha 3 otomobîlên agirvemirandinê û 4 tanker şewitîne.

35 tîm beşdarî xebatên agirvemirandinê dibin lê şewat heta niha jî nehatiye kontrolkirin.