Li Hesekê 2 çekdarên DAIŞê hatin girtin û çekdarek jî hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li bakjarokê Deşîşe li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, 2 çekdarên DAIŞê hatine girtin û çekdarekî din jî hatiye kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja 12ê Hezîrana 2023an ragihand ku hêzên wan ên komando operasyoneke taybet li dijî şaneyên DAIŞê li bajarokê Deşîşe li başûrê bajarê pêk anîne.

HSD dibêje di wê operasyona taybet de 2 çekdarên DAIŞê girtine û çekdarekî din jî kuştine.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 9ê Hezîranê jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gel Asayîşa Rêveberiya Xweser operasyoneke hevbeş dijî şaneyên DAIŞê û qaçaxçiyên maddeyên hişbir li gundên Cezre, Quseybe û Kampa Cezrat li rojavayê Dêre Zorê pêk anîbûn û di encam de 13 endamên DAIŞê û qaçaxçî girtibûn.