Li Şirnexê ji 12 kesên desteserkirî 8 hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, ji 12 endam û rêveberên HDPê ku di operasyonekê de hatibûn desteserkirin, 8 ji wan hatin girtin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê, roja Duşemê 12ê Hezîrana 2023an di demjimêrên sibehê de li Taxa Aliçavuş a Elkê bi operasyonekê bi ser gelek malan de girtin.

Di operasyonê de Hevseroka Şaxa Elkê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zarife Borak, rêveberê HDPê Emrah Yacan û Lokman Abi, Devrim Abi, Mehmet Cin, Nevzat Borak, Davut Borak, Nasreddin Aşan, Sait Acar, Yusuf Bor, Cemal Bor û kesekî navê wî nehat zanîn hatin desteserkirin.  

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de dibêje ku hêzên wan “li gor îfadeya çend endamên PKKê ku van rojan hatine desterkirin, ev operasyon bi hinceta alîkarî û piştîvaniya rêxistinê” pêk anîne.  

12 kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariya Şirnexê hatin birin û piştî karûbarên îfadeyê ji wê derê bo dadgehê hatin şandin.

Hat ragihandin ku dadgehê biryar daye 8 kes ji wan bên girtin û lêkolînên dadî yên derbarê 4 kesên din ên desteserkirî de jî berdewam in.

Herwiha di çarçoveya heman operasyonê de biryara destserkirina 4 kesên din jî hatiye dayîn û kar û xebatên ji bo desteserkirina wan jî didomin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi taybet piştî hilbijartinan hêzên emnî yên Tirkiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta endamtî û alîkariya  PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.