Li çiyayê Şingalê 150 xaniyên nû hatine avakirin
Şingal (Rûdaw) - Di nava du mehan de li kampa Serdeştê ya li çiyayê Şingalê 150 xaniyên nû hatine avakirin. Piraniya kesên ku xaniyan jî lê dikin, xelkê başûrê Şingalê ne.
Li kampa Serdeştê ya koçberên Kurdên Êzdî, ku18 kîlometran ji navenda bajarokê Sinûnê yê ser bi Şingalê dûr e, dest bi avakirina xaniyan hatiye kirine. Koçber dibêjin, êdî ew newêrin vegerin Şingalê, ew ê li wê kampê ji xwe re xaniyan çêkin û jiyaneke nû ava bikin.
Beşek ji xelkê dibêjin, zêdetirê 6 salan e ew koçber in, êdî ew dixwazin li derveyî Şingalê bingeha jiyana xwe daynên û ji jiyana kampan rizgar bibin.
Feqîr Keso yek ji wan e ku li gel 2 keçên xwe dest bi avakirina xaniyekê kirine û dixwazin ji jiyana zehmet a nav çadiran rizgar bibin, lêbelê şiyanên wan ên darayî karê wan sist kiriye.
Feqîr Keso dibêje, “Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê û rêxistinan, em hejar in, me tiştek nîne. Em dixwazin van xaniyan ji bo me çê bikin.”
Xêrî Şebo ku nêzikî 6 sal e koçber bûye, ev mehek e li ser çêkirina xaniyê li Çiyayê Şingalê kar dike û 5 malbatên din jî ji kesên nêzikî wî li tenişta wî dest bi avakirina xaniyan kirine.
Xêrî Şebo dibêje, “Em di van çadiran de dijiyan, di nav çadiran de gelek zehmet e. Xizmetguzarî yekcarî nînin. Ne ez bi tenê gelek ji mirovên me jî li vê derê xanî ava dikin.”
Koçberek din ê bi navê Hesen Murad jî dibêje, “Me bawerî bi vegera gund nîne, eger na me xanî li vê derê ava nedikirin û ne xaniyên axî ne em her roj nûjen biin û têk bidin.”
Nêzikî 500 malbat ên koçberên li ser Çiyayê Şingalê zevî bi milkane kirîne, her zeviyekê 450 metre çar goşe bi derdora 2 milyon û 500 dînarên Iraqî kirîn û firotin pê tê kirin, kargêriya deverê li dijî vê avakirinê ye û dibîne ku bandoreke nerînî dike ser vegera koçberan.
Rêveberê nahiya Sinûnê dibêje, “Em nikarin bibin rêgir li pêşiya avakirina xaniyan. Bi dîtina min karekî ne baş avakirina xaniyan. Pêwîst e koçber li axa xwe xwedî derkevin.”
Kampa Serdeştê dikeve ser Çiyayê Şingalê û 18 kîlometran dûr e ji navenda bajarokê Sinûnê û herwiha li wê kampê 2300 malbat dimînin. Piraniya wan malbatan koçberên devera Girzêr û komelgeha Sîba Şêx Dirê ne.