Mazlûm Kobanî: Hêzên biyanî bandoreke nerênî li ser danûstandinên yekîtiyê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDê ragihand, Amerîka sozên xwe cîbicî nekirin û herwiha got, danûstandinên bo yekrêziya Kurdan zehmet in ji ber ku hêzên biyanî bandoreke nerênî li ser wan danûstandinan heye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ji malpereke nêzîkî HSDê re derbarê navçeya ewle ya ku biryar bû li gel Amerîka û Tirkiyê bi kûrahiya 5 km bê avakirin, ragihand, Bi navbêynkariya Amerîka wan hemû xalên rêkeftinê cîbicîkirin lê Tirkiyê pabendî rêkeftinê nebû û Amerîkayê jî sozên xwe cîbicî nekirin, di dema çend demjimêran de, xwe li pêşiya şerekî giran dîtin.

General Mazlûm Kobanî herwiha got, ew hewl didin kar li gel welatên bi bandor li ser pirsa Sûriyê bikin û hewl didin hemahengî di navbera wan de hebe.

Fermandarê HSDê herweha di derbarê danûstandinên di navbera ENKS û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de ragihand, yekîtiya Kurdan zehmet e ji ber ku hêzên biyanî bandoreke nerênî li ser danûstandinan dikin lê ew bi hevpeymanên xwe yê Amerîkî re kar dikin ji bo ku ev destpêşxerî bi ser bikeve. Heta niha wan li ser nêrîneke siyasî ya hevbeş li hev kiriye û kar li ser temamkirina gavên din dikin.

Derbarê şerê Efrînê de fermandarê HSDê got, ew neçar bûn şer li hêzeke navdewletî û duyem mezintirîn hêza NATOyê bikî, şerekî bê balans, ew neçar bûn piştî du mehan ji şer vekişin, da ku jiyana sivîlan biparêzin û komkujî çenebin.

Mazlûm Kobanî derbarê Hêzên Sûriya Demokratîk de got, HSD hêzeke niştîmanî ya Sûriyê ye û ew bingeha Artêşa Siberojê ya Sûriyê ye.