Firat: Divê tifaqa Kurdan tenê ji bo hilbijartinan nebe
Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê HDPê yê Erziromê Qasim Firat ragihand, ku divê tifaqa di navbera partiyên Kurdistanî ne tenê ji bo hilbijartinan be û diyar kir, ku divê piştî hilbijartinan jî hevgirtî bin.
Namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Erziromê Qasim Firat beşdarî bûltena Rûdawê bû û ragihand, ku ti şika wan nîne ku dê HDP benda %10 a hilbiajrtinan derbas bike û got: “Dibe hinek alî bixwazin bi fen û fîtan HDPê di bin bendê de bihêlin lê em ê destûrê nedin vê yekê.”
Firat da zanîn, ku ji bo derbaskirina benda hilbijartinan stratejî û xebatên HDPê hene û ev yek jî bi van gotinan rave kir:
“Em dibêjin maf, dadperwerî û aştî û herwiha mirovahî. Ev yek di stratejiya me de gelek giring e. Ji bo gihiştina van armancan xebatên me û planên me hene. Em van tiştan ji bo Kurdan jî dixwazin.”
Li ser rexneya “HDP hestiyariyên Kurdan li ber çav nagre” Qasim Firat diyar kir, ku ev yek ne rast û kîjan lî amade be maf û azadiyên Kurdan misoger bike Kurd amade ne li gel wan hevpeymaniyê bike.
Firat got: “Em li ser navan nasekinin. Ji bo me ya giring maf û edelet e. Kîjan alî mafên Kurdan nas bike û bi dadperwerî nêzîk bibe em dikarin ligel wan bişêwirin. Em dikarin destê xwe dirêjî wan bikin. Em li projeyan dinerin. Kîjan proje ji bo Kurdan baş be û nasname û mafên wan nas bike em destê xwe dirêjî wê dikin.”
Li ser tifaqa partiyên Kurdistanî jî berbijêrê HDPê da xuyakirin, ku ne tenê ji bo hilbijartinan divê ji bo bi awayeke meayinde yekîtî û tifaqê bikin.
Firat got: “Kurd yek bin dê aramî were Rojhilata Navîn. Ne tenê ji bo hilbijartinan ji bo piştî hilbijartinan jî divê yekîtiya aliyên Kurd çêbibe.”