Kantona Cizîrê: Ti garantî nîne ku Tirkiye êrişî Rojava neke

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena Rêveber a Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, Ebdilkerîm Saroxan dibêje, ti garantî tine ne ku Tirkiye êrîşî Rojavayê Kurdistanê neke.

 

Şandeke Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Serokê Encûmena Rêveber a wê kantonê, Ebdulkerîm Saroxan serdana Hewlêrê kir.

 

Şanda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê li Hewlêrê bi berpirsên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) re civiya.

 

Serokê Encûmena Rêveber a Kantona Cizîrê, Ebdulkerîm Saroxan di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re da xuyakirin, Tirkiye her demi gefê li Rojavayê Kurdistanê dike.

 

Saroxan got, ti garantî nîne, ku Tirkiye êrîşî Rojavayê Kurdistanê neke.

 

Saroxan herwiha diyar kir, ji ber rêkevtina bi Amerîkayê re, Tirkiye nikare derbasî nav bajarê Minbic bibe.

 

Di vê derbarê de Saroxan got: “Lihevhatinek di navbera Tirkiyê de Amerîkayê de li ser Minbicê çêbûye û ew lihevhatin li gorî me, misogeriya wê yekê ye, ku xeta sînorî ya di navbera Minbic û Cerablus de were çêkirin. Hem tirk di hin xalan de bi cih bibin û hem jî amerîkî di hin xalan de cihê xwe bigrin û hem jî hevpeymaniya navdewletî di hin xalan de bi cih bibin. Lê eger derbasî Minbicê bibin, tişteke wisa di rêkevtinê de nîne, ew tenê propagandaya Tirkiyê ye, ji bo ku di hilbijartinên Tirkiyê de dengan qezenc bikin.”

 

Wî rayedarê kantona Cizîrê da xuyakirin, li Minbicê rêveberiyeke wê ya xwecihî û sivîl heye, herwiha encûmena wê ya leşkerî heye, ku hemû endamên wê xelkê Minbicê ne û ti kesên biyanî di nava wan de nînin.

 

Ebdulkerîm Saroxan behsa rola YPGê di kontrolkirina Minbicê de kir û da xuyakirin, ku wan hêzan rola xwe di rizgarkirina Minbicê de lîstin û di 16-11-2016an de ji Minbicê vekişiyan û herî dawî jî şêwirmendên YPGê yên ku hêj li Minbicê mabûn, ji vî bajarî vekişiyan.

 

Saroxan destnîşan kir, êdî ti hincet ji bo êrişkirina Tirkiyê bo ser Minbicê nemaye.

 

Li ser egera êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê jî, Saroxan ragihand, ku ew yek nediyar e, lê tekez kir, ku Tirkiye heta niha weke dijminekê bi xelkê Rojavayê Kurdistanê re tevgeriyaye.