Dîzayna pirtûka kurdî ketiye asteke cîhanî

 

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûk ne tenê mijar û nivîsandin e, lê belê reng û şêwaz e jî. Bi wateya ku pêwendiya bihaya pirtûkê bi naverok û kêsimê wê ve heye. Êdî yek ji girîngtirîn hokarên balkêşiya pirtûkê, awayê dîzayn û derhênana wê ye.

Bi sedema qedexekirina zimanê kurdî, bi salan astengî dibûne rêgir li ber çapkirin û belavkirina pirtûka kurdî, lewma awayê derhênana vê pirtûkê ne li gorî pîvanên cîhanî dihat.

Di van çend salên dawiyê de, kurdan gavên berçav di vî warî de avêtine, êdî gellek pirtûkên kurdî bi şêwazeke ciwan û spehî derdikevin.

Sernav, wêne û hevahengiya di navbera pêkhateyên pirtûkê de, dibine dergeh ji bo dirustkirina surdariya pirtûkê.

Berê kurdan pirtûk bi karê dest dîzayn dikirin, lê bi saya teknînka nû û peydabûna programên taybet, ev kar, li cem kurdan jî bû rengek ji huner û pîşezasiyê.

Dîzayna baş, dibe alîkar ji xwendina pirtûkê re.

Bergê yekem, bergê duyem, paniya pirtûkê, wêne, reng, font û rêzbendiya bendan, dikevine çarçoveya karê dîzaynê, ku ciwaniya vî karî dibe palnera balkêşiyê li cem xwendevan.

Ji encam girîngiya dîzaynê, hin deng têne bihîstin, ku pêwîst e mafê dîzayner parastî be.

Dîzaynerên kurd hewl didin ku dîzayna pirtûka kurdî, ji ya cîhanî ne kêmtir be, bi hêviya ku peyama vê pirtûkê bi awayekî baş bigihêje armancê.