Dîwane Heloyê Derbendîxanê çima hatibû desteserkirin?

Hewlêr (Rûdaw) - Sufî û qelender û dîwaneyê Derbendîxanê Dîwane Helo li ser gotegotan û tohmeta xapandinê berî bi çend rojan hatibû desteserkirin.

Dîwane Heloyê Derbendîxanê ku li nava ciwanên herêma Derbendîxanê gelekî tê naskirin beriya bi 2 rojan hatibû girtin.

Helo Salih ji Derbendîxanê ye. Malbat û hevalên wî jê re dibêjin “Bawe” û li torên medyaya civakî gelek vîdeoyên wî hene.

Bi hevalên xwe re muzîka sufiyan çêdike û behsa mezinahiya Xweda dike.

Dîwane Helo li taxa Şêrwanî ya navçeya Derbendîxanê ya Silêmaniyê dijî.

Li gor zanyariyên Rûdawê Dîwane Helo demeke dirêj li Brîtanyayê maye û sala 2010an vegeriyaye Herêma Kurdistanê.

Dîwane Helo berê derwêşê şêxên Soleyê û peyrewê terîqetî Qadiriyê bûye.

Derwêş Helo ji terîqetê derketiye û êdî bûye “dêwan e” ango êdî tenê girêdayî Xweda ye.

Helo dibêje aniha bi tenê “Dêwrêşê Xweda me.”

Dîwane Helo bavê du zarokan e.

Mala Dîwane Helo bûye wekî tekyayekê û deriyên wî ji bo çûnûhatin û serdanê re vekiriye.

Piraniya ew kesên diçin mala Dîwane Helo kur û keçên ciwan ên herêmê ne.

Tohmetên li ser Helo

Hinek kes li ser torên medyaya civakî îdia dikin ku Dîwane Helo li mala xwe mêvandariya keç û kurên ciwan ên herêmê dike bi şev heta sibehê semayê dikin û li kêfa xwe dinêrin.

Dîwane Helo beriya bi çend caran diyar kiribû ku ew îdîa ne rast in û ti “keç” nûçene mala wî û gotibû:

“Ez wekî zarokên xwe li keçan dinêrim.”

Hevalê nêzîk ê Dîwane Helo helbestvan û şanoger Şalaw Salih Jalenawî Rûdawê re got:

“Çawa rola bavê min û malbata min hebû ku wekî ciwanekî pir bêpirsgirêk û baş im rola Dîwane Helo jî wekî ya wan li ser min heye.”

Li gorî gotina Şalaw Jalenawî Dîwane Helo di sala 2010an de ji Ewropayê vegeriyaye Herêma Kurdistanê û dikaneka berberiyê vekiriye û niha jî diçe berberiyê dike.

Şalaw Jalenawî herwiha got:

“Ji bilî dilekî mezin ê dixwaze bigihê Xweda min çi tiştek li Dîwane Helo nedîtiye.

Dîwane Helo bi awayekî dîn û huner têkel kiriye. Gelek kes dijayetiya wî dikin.

Hinek aliyên Îslamî li dijî wî derdikevin. Li paş wî dipeyivin û bi derewan dixwazin wî nebaş bikin.

Ti belgeyek nîne ku xeletiyeke wî ya biçûk jî hebe.”

Li ser dozekê Dîwane Helo hat desteserkirin

Berpirsên Derbendîxanê amaje bi wê yekê dikin ku malbatekê li dijî Dîwane Helo doz vekiriye.

Li gorî gotina wê malbatê keça wan ji aliyê Dîwane Helo ve hatiye “xapandin.”

Qaymeqamê Derbendîxanê Silêman Mihemed ji Rûdawê re got:

"Ji ber doza malbatekê li ser Dîwane Helo ew hefteya borî hat desteserkirin lê belê piştî bi 2 rojan careke din hat berdan.”

Kesekî agahdarî dosyeya doza li ser Dîwane Helo ji Rûdawê re got:

“Wê malbata doz li ser Dîwane Helo vekiriye tohmeta wan ew e ku keça wan ji aliyê Dîwane Helo ve hatiye xapandin.

Ji bilî wê malbatê û wê tohmetê ti malbateke din ti doz li ser Dîwane Helo venekiriye û tohmeta destdirêjiyê jî li ser wî nehatiye vekirin. 

Tohmeta heyî jî xapandin e.”

Hevalê Dîwane Helo Şalaw  Jalenawî dibêje: "Ew tohmetên li ser Dîwane Helo hemû buxtan in û dûrin ji rastiyê. Wekî nimûne wêneyê jinekê hatiye belavkirin ku goya li hemberî Dîwane Helo derdikeve. Ti kes nizane bê ka ew kî ye? Dîmenê wê jinê ji pişt ve hatiye girtin. “

Qaymeqamê Derbendîxanê amaje bi wê yekê dike ku li gorî yasayan kar dikin û her kesê ku dozê li Dîwanea Helo veke û serî li dadgehê bide dê prosudurên yasayî li hemberî wî bên kirin.

Li gorî agahiyan, ew kesên ku diçin mala Dîwane Helo temenê wan di ser 18 salan re ye û bi îradeya xwe diçin.

Li gorî zanyarên Rûdawê, heta niha ti cîranên Dîwane Helo neçûne dadgehê û navenda hêzên ewlehiyê gilî li ser Dîwane Helo tomar nekiriye û ji ber çûnûhatina mala Dîwane Helo aciz nebûne.

Ewqaf: Me ti babeteke dijî dîn li Dîwane Helo neditiye

Rêveberiya Giştî ya Ewqafa Germiyanê îro jî eşkere kir ku ti mamostayekî dînî yê Derbendîxanê dijî Dîwane Helo doz venekiriye û ti dilgiraniyek jî negihîştiye wan.

Rêveberê Giştî ya Ewqafa Germiyanê Sebah Mihemed ji Rûdawê re got:

"Karê wî kesî [Dîwane Helo] ti pêwendiya wê bi yên me re nîne. Çûnke karê wî ne li mizgeftê ye ne jî li cihekî hikûmetê ye.

Ew tiştê tê behskirin li dijî dîn e. Lê bi rastî me ew tişt li dora wî (Dîwane Helo) nedîtine.

Qaymeqamê Derbendîxanê Silêman Mihemed jî got:

"Dîwane Helo metirsiyeke mezin nîne wekî ku tê behskirin.

Niha li mala xwe ye û her dema em bixwazin li ber destê yasayê ye û em dikarin wî desteser bikin.

 Şallaw Jallenawî behsa duristiya Dîwane Helo kir û got:

“Em li Derbendîxanê malbateke naskirî ne, eger yek ji tohmetên li ser Dîwane Halo rast bûya, ez dê li ser wî biaxiviya me û min dê ew rexne bikira.

Eger ne Helo, kesek ji malbata min jî karê xirab bike ez wan rexne dikim ”

Gotegot hene ku Dîwane Helo careke din li Kelarê hatiye desteserkirin.

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Germiyanê Eqîd Elî Cemal Qidûrî ji Rûdawê re axivî û eşkere kir ku îdia û gotegot ne rast in û Dîwane Helo xelkê Derbendîxanê ye û ti dosyaya wî li Kelarê nîne.

Dîwane Helo dibêje; ew Misilman û Xirîstiyan e û ji hemû dînên din jî hez dike.