Amed: Xezûrê xwe kuşt, xesûya xwe û hevjîna xwe birîndar kirin û reviya

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kesekî xezûrê xwe kuşt, hevjîna xwe û xesûya xwe jî birîndar kirin û reviya.

Kesê bi navê S.A. yê 30 salî dema çûye mala xezûrê xwe ya li Taxa Mezopotamyayê ya Amedê, ji ber sedemeke nediyar bi xezûrê xwe Y.B. re pev çûye.

Di pevçûnê de S.A. xezûrê xwe Y.B., xesûya xwe S.B. (45) û hevjîna xwe E.B. (29) yê birîndar kirin û reviya.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.

Y.B.yê ku bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyê mir.

Polîsan ji bo girtina S.A. dest bi xebatê kir.