Li Şirnexê di teqînekê de 3 cerdevan birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya çiyayî ya bajarokê Silopî ser bi bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê teqemeniyeke ku berê hatibû danîn teqiya û di encam 3 gundparêz birîndar bûn. Hat ragihandin ku birîna yekî ji wan giran e û li navçeyê operasyonê destpê kiriye.

 

Li navçeya navbera herdu nehyeyên Gorumlû û Çalişkan ser bi Silopiya Şirnexê, dema gundparêz bi piyan diçûn baregehê leşkerî teqemeniyeke ku bare hatibû danîn hat teqandin û di encam de 3 gundparêz birîndar bûn.

 

Li gor medya Tirkiyê teqemenî ji aliyê PKKê ve hatibû danîn.

 

Hat ragihandin ku birîna gunparêzekî giran e. Birîndar bi helîkopterê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin veguehstin û li navçeyê jî operasyon hat destpêkirin.