Rêveberiya Xweser ji bo perwerdeya Kurdî ligel Ewropayê danûstandinan dike

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê xwendin bi zimanê kurdî ye, lê problemek heye, itîraf bi wê xwendinê nayê kirin. Ji ber vê yekê malbat dibêjin, paşeroja zarokên me tune ye, nikarin biçin li zanîngehan bixwînin, lewma ew zarokên xwe dişînin dibistanên hikûmetê li Heleb û Hesekê û hinek bajarên mezin ên Sûriyê.

 

Hevseroka Desteya Perwerdê li Herêma Cizîrê ji Rûdawê re ragihand, ku danûstandinên wan ligel hejmarek ji zanîngehên Ewropî re hene, lê hikûmeta Sûriyê îtîrafê pê nake û got, ev pirs girêdayî danûstandinên siyasî ne.

 

Kurdên Rojavayê Kurdistanê di salên desthilata rijêma Baas de zor û zehmetî di bikaranîna zimanê kurdî de dîtin, lê kirîza heman welatî derfeteke mezin ji bo vejandina zimanê Kurdî vekir.

 

Dikandar Wail Qoto dibêje: “Em biha û navên kelûpelan bi zimanê Kurdî û Erebî datînin daku em hemû ji hev fêm bikin. Ji roja roj de em ji bo zimanê Kurdî şer dikin ji ber ku zimanê bav û kalê me ye.”

 

Piştî veguhestinê rêveberiya navçeyên Kurdî ji hikumeta Sûriyê bo Rêveberiya Xweser 3 hezar û 116 dibistan bûn bi Kurdî, lê beşej ji xelkî gumana wan li paşerojî xwendinê heye.

 

Rêveberiya Perwerde ya Rojavayê Kurdistanê jî dibêje îtîrafa bi bawernameyên wan girêdayî îtîrafa siyasî bi Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Wezîra Perwerdê ya Rêveberiya Xweser Semîra Hac Elî jî got: “Di aliyê tikiliyan de gelek şand ji zanîngehên Îtalya , Almanya û Danîmarka  ji bo vê mebestê hatine û danûstandinên me ligel wan hene, lê ji bo rejima Sûriyê ew girêdayî rewşa siyasî ye.”