KCK: Têkoşîn dê dijwartir bibe

 

Navenda Nûçeyan – Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand dewleta Tirk di serî li Sûriyê, li her derê bi dijminên Kurd re tevdigere û ew yek nîşan dide ku têkoşîn dê dijwartir bibe.

 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, derbarî civîna xwe ya bi beşdariya 25 endaman a di navbera 3 û8ê Gulanê de lidar xist, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.


Li gor daxuyaniyê di civînê de behsa rewşa siyasî û leşkerî ya Rojhilata Navîn, Tirkiyê û Kurdistanê hatiye kirin.


Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk di serî li Sûriyeyê, li her derê bi dijminên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re tevdigere. Ev yek nîşan dide ku têkoşîn wê dijwartir bibe. Di civîna me de hatiye destnîşankirin, ku divê gelê me û tevgera me ya zadiyê li ser vê bingehê xwe ji têkoşîneke demdirêj a li Tirkiye û gelemperiya Rojhilata Navîn re amade bike.”


Di beşeke daxuyaniyê de hatiye amaje kirin ku Tirkiye ketiye nava pêvajoyeke demokratîkbûyînê ya vegera jê nîne û wiha didome:

 

“Ciwanên leheng ên Kurdistanê û jinên Kurd ên bi ruhê azadiyê, li ser bingeha ragihandina xwerêveberiyê û demokrasiya herêmî, li Tirkiyeyê pêngava demokratîkbûyînê dan destpêkirin û bi berxwedana xwe ve nîşan dan ku êdî Tirkiye û Kurdistanê nabe mîna berê bê birêvebirin.